Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê meclîsa xwe ya nû hilbijart

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê di konferansa xwe ya 7’emîn de meclîsa xwe ya nû hilbijart. Di meclîsê de 61 kes cih digirin.

Konferansa Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya a 7'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo bi beşdarbûna 200 delegeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên Heleb û Şamê dest pê kiribû.

Konferans du rojan li pey hev berdewam kir. Di roja yekemîn de dîwana konferansê hate avakirin û ji aliyê beşdaran ve axaftin hatin kirin û li ser xebatên tevgerê sînevîzyonek hat pêşandan. Di heman demê de rapora rêxistinê hate xwendin û nîqaş li ser wê hate kirin.

Di roja duyemîn de, rêzikname hate nîqaşkirin û erêkirin. Piştre meclisa tevgerê ya ji 61 endaman pêk tê hate hilbijartin. Her wiha Ednan Îbrahîm Îbrahîm û Sûmeye Ehmed Mihemed ji bo hevserokatiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê hatin hilbijartin.

Konferans bi zêdeyî 80 biryaran bi dawî bû. Hin biryarên di konferansê de ev in.

1- Berpirsiyariya yekemîn a Tevgera Çanda Mezopotamyayê ev e ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya çand, wêje û hunerê bo hemû gelan belav bike.

2- Li hemberî komploya navneteweyî û rûxandina rejîma împaratorî, divê hemû komîte û beşên teknîkî yên tevgera çanda Mezopotamyayê, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan bixin mijara xwe ya sereke.

3- TEV-ÇAND, li dijî siyaseta tunekirina civakî û çandî ya modernîteya kapîtalîst û şêwaza jiyana wê, bi têgihiştina çanda modernîteya demokratîk û avakirina şêwaza jiyana wê, têkoşînê geş dike.

4- TEV-ÇAND bi zihniyeta modela demokratîk, hawîrdor û azadiya jinê bi xeta xwe ya çand û hunerî têkoşîna li dijî têgeha neteweperestî, zayendperestî, olperestî û zanistiyê pêş dixe.

5- Pêşxistina pîvanên erkên netewî di çand, wêje û hunera xwe de li hember her cure êrişên li dijî welat û gelan ji bo parastina nirxên çandî û dîrokî.

6- Vekirina studyoyên ji bo xebatên sînemayê.

7- Çêkirina belgefîlmeke li ser Efrînê.

8- Li ser şoreşa Rojava şanoyek bê çêkirin.

9- Çêkirina şanoyekê li ser şehîd Hevrîn Xelef.

10- Çêkirina pêşangeheke li ser cureyên nivîsandina herfên Erebî.