Roja 2’an a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya 5’mîn

Di roja 2’emîn a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya 5’mîn de fîlmên bi nav û bang ên ‘Ji bo azadiyê’ û ‘Dema tûreşkan’ di demên cuda de hatin nîşandan.

Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Navnetewî ya 5’mîn de îro li Silêmaniyê du fîlmên bi navê ‘Dema Tûreşkan’ saet 15:00’an li salona hejmar 3 ya Sîtî Sînema û fîlma ‘Ji bo azadiyê’ jî saet 22:00’an li salona hejmar 5 ya heman cihî hatin nîşandan.

Fîlma ‘Dema tûreşkan’ behsa serpêhatiya sala 1995’an a gerîla Şervan dike ku ji aliyê Murad Turk ve li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de hatiye nivîsandin û ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve weke fîlm hatiye amadekirin.

Di heman demê de fîlma ‘Ji bo azadiyê’ jî yek ji wan fîlmên navdar ên sînemaya Bakurê Kurdistanê ye ku ji aliyê derhêne Ersîn Çelîk ve hatiye çêkirin. Çîroka wê fîlmê jî ji rastiyê hatiye girtin û têde behsa komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sûr a Amedê li ser gelê Kurd pêkaniye dike. Di heman demê de bal dikişîne ser têkoşîna keç û xortên Kurd ya li dijî faşîzma Tirk a dagirker.