Li Silêmaniyê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 5’emîn destpê kir

Li bajarê Silêmaniyê bi tevlêbûna bi hezaran welatî, bi sedan mêvanên ji her çar beşên Kurdistanê û bi dehan lîstikvan û derhênerên fîlm ên navxweyî û derveyî welat Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 5’emîn destpê kir.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 5’emîn bi tevlêbûna bi hezaran welatiyên bajarê Silêmanî û sedan mêvanên ji beşên din ên Kurdistanê û lîstikvan û derhênerên fîlm ên biyanî û navxweyî li Silêmaniyê destpê kir.

Festîval piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan hat destpêkirin.

Di berdewamiya festîvalê de çendîn jinên hunermend ên navdar ji çar beşên Kurdistanê hin berhemên xwe yên wek mûzîk û stranên gelêrî yên Kurdî ku bi zaravayên cuda amade kiribûn, pêşkêş kirin.

Tê payîn ku festîval hefteyekê bidome û wê bi dehan berhemên wek fîlm, kurtefîlmên navnetewî werin pêşkêşkirin. Piştî nirxandina wan ji aliyê juriyên festîvalê wê xelatê bidin berhemên serkeftî.