Li dijî asîmîlasyonê divê ji bo Kurdî karekî mezin bê kirin

Nivîskarê Kurd Nezîr Ocek got, li dijî asîmîlasyonê divê ziman û wêjeya Kurd hîn bêhtir bê xurtkirin.

Nivîskar Nezîr Ocek ku bi karên xwe yên li ser Kurdî tê naskirin, wiha axivî "Gelê Kurd divê xwedî li zimanê xwe derkeve; li malê, li kolanan, li her derê divê bi Kurdî biaxivin."

Ocek ku li ser ziman û wêjeya Kurd dixebite; li gel pirtûkên xwe yên bi navê Waneyên Rêzimana Kurmancî, Wêjeya Kurdî, Dîn û Mîtolojî û Destana Rustemê Zal her wiha gelek wergerên wêjeya Kurdî kiriye, piştgirî da hewldanên saziyî yên mîna Kurdî Derê yên ji bo Kurdî.

Ocek got, "Heta ku sax bim ez ê ji bo Kurdî karê xwe dewam bikim" û got, "Di dema şaredariyên me de ji bo Kurdî gelek tişt hatin kirin. Her wiha li saziyên me perwerdeya bi Kurdî dihate dayin, ji bo paşeroja zimanê Kurdî kar dihate kirin. Piştre dewletê dest danî ser saxiyên Kurdan, qeyûm li şaredariyan danîn. Li şûna saziyên me saziyên xwe ava kir; dest bi bikaranîna ol kir. Bi taybetî û ji bo asîmîlekirina zarokên Kurdan hewl dide."

Ocek diyar kir ku Ereb, Tirk û Fars hewl didin ziman û çanda Kurd asîmîle bikin û destnîşan kir ku li dijî vê asîmîlasyonê divê rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd ji bo pêşvebirina wêje û zimanê Kurdî hîn bêhtir bixebitin, kedê bidin.

Ocek got, "Gelê Kurd divê xwedî li zimanê xwe derkeve; li malê, li kolanan, li her derê divê bi Kurdî biaxivin. Zarokên me ku paşeroja ziman û çanda me ne, hêdî hêdî di nava çand û zimanekî cuda de mezin dibin. Divê em zarokên xwe bi çîrokên bi zimanê xwe mezin bikin. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê her Kurd mala xwe bike dibistanek; bi Kurdî biaxivin û bi çanda Kurd bijîn."