Komuna Fîlm a Rojava nerazîbûn nîşanî astengkirina nîşandana fîlmê 'Ji bo azadiyê' da ku fîlm ji bo festîvalê hatibû vexwendin.
Komuna Fîlm daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ti hincet ji bo wan nehatiye pêşkêşkirin û ji rêveberiya festîvalê xwest ku daxuyaniyekê bide.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Em wekî Komîna Film a Rojava, me çêkirina filmê xwe ‘Ji Bo Azadiyê’ ango ‘The End Will Be Spectacular’ di Îlona 2019’an de temam kiribû. Di Mijdara 2019’an jî cara yekem, wekî galaya cîhanî ya film, li Festîvala Navneteweyî ya Filman a Kolkata, di pêşbirka (NETPAC AWARD) de hate nîşandan.
Wekî nîşandanên yekem li Kurdistanê, galaya neteweyî ya film, me tev hevparên xwe ve, li Silêmaniyê û li Rojava-Rimêlan plan kir. Lê ev nîşandana li Silêmaniyê, ku Mudîrîteya Çandê ya Silêmanî jî piştgiriya wê kiribû û wê 31’ê Berfenbara 2019’an ango şeva serê salê li Sînema Salim pêk bihata; ji aliyê rêveberiya eyaletê (muhafeza) û Asayîşa Silêmaniyê ve hate astengkirin û qedexe kirin.
Nîşandana li Rojava wekî hatibû plankirin pêk hat. Piştî wê jî, tevî rewşa pandemiyê, li nêzî 20 festîvalên cuda li cîhanê hat nîşandan. Ku di hinekan ji wan de xelat jî wergirt.
Ji derveyî festîvalan jî li gelek welatên cîhanê, ji Japonya ta Brazîl, ji Taywan ta bi Ispaniya’yê hate nişandan. Li bêhtirî 30 welatî hate nîşandan, bêyî ku rastî tu qedexeyekê were.
Filmê me ‘Ji Bo Azadiyê’ û filmê ‘Dema Dirîreşkan’ ku ev çêkerê hevpar ên wî ne, li ser xwesteka rêveberiya festîvalê tevli festîvlê bûn. Rêveberiya me ya Komîna Film a Rojava û rêveberiya Festîvala Silêmaniyê ya Navneteweyî ya Filman ji Cotmehê ve di nav têkilî û hevdîtinan de bûn. Li gorî wê jî rêveberiya festîvalê xwestin filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ yê derhêner Ersîn Çelîk, filmê ‘Dema Dirîreşkan’ yê derhêner Haşim Aydemîr û belgefilmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ yê derhêner Şêro Hindê, bigirin programa festîvalê.
Li ser vê yekê me kopyayên temaşekirinê yên her sê filman ji festîvalê re şand. Piştre, dan xuya kirin ku belgefilmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ wê nikaribin nîşan bidin ji ber ku wê di Festîvala Duhokê ya Filman de were nîşandan. Lê her du filmên din wê di beşê ‘Pêşbirka Navneteweyî ya Filmên Metrajdirêj’ de bidin nîşandan; piştî erêkirin û pejirandina me jî, her du film ketin programê festîvalê de.
Rêveberiya festîvalê agahiya wê ji qedexekirina nîşandan filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ya 31’ê Berfenbara 2019’an hebû. Ev mijar di diyalogên nivîskî û devkî hate gotubêj kirin. Di heman demê de, bal hate kişandin ku film beriya niha bi rengekî ji gel re vekirî li nav Iraqê nehatiye nîşandan û heta festîvalê jî wê ev yek wisa be; ku merceke festîvalê ye.
Ji derveyî filman jî; xwesteka festîvalê ya tevlibûna ekîbên filman çêbû û vexwendinnameyên fermî ji aliyê festîvalê ve hatin şandin. Hevalên me jî çûn tevli festîvalê bûn. Di danenasîna festîvalê de li ser medya dijital de, her wiha di katalogên festîvalê de, wêne û agahiyên der barê film de her hatin parvekirin.
Festîval dest pê bû, di roja nîşandan film de ango 18’ê Berfenbarê de, beriya çend saetekî ji nişanda film; rêveberiya festîvalê gotin ku ‘Ji ber ku film 2019’an de hatiye çêkirin, em ê ji beşa bêşbirkê derxin û nîşandana îro jî em ê nikaribin pêk bînin’. Ev yek jî bi devkî ji hevalên me yên li festîvalê re hate gotin.
Helbet rastiya wê ne ev sebeb e! Heger ev rasterast nehatibe axaftin jî, lê ji kêliya yekem ve hatiye famkirin. Ji ber ku wekî me li jorê jî anî ziman;
1. Ne me serî li festîvalê de, lê film ji aliyê festîvalê ve hatin xwestin, vexwendin.
2. Rêveberiya festîvalê dizanî ku film hê di dawiya 2019’an de hate qedexekirin. Lewre jî ne mumkin e ku sala piştî wê hatibe çêkirin!
3. Serîlêdana filman li ser platforma ‘FilmFreeWay’ pêk tê. Di wê derê de, bi tu rengî behsa sînordarkirina salê nayê kirin, di hevdîtinên bi me re jî tu car behsa vê nehat kirin.
4. Di beşên din ên festîvalê de, filmên ku 2019’an de çêbûne hene.
Di hevdîtina me ya duh de, ev mijar tev bi rengekî berfireh hatin nîqaşkirin. Ji bo em qeyranê mezin nekin jî me got ku ‘Ji bo me ne girîng e ku di pêşbirkê de be an na, lê nîşandana plankirî pêwîst di dema xwe de pêk were.’ Lê bi tu awayî nêzî çareseriyekê nebûn, ev jî dide xuyakirin ku di wê rojê bi xwe de hin geşedan çêbûne.
Her wiha di qada festîvalê de jî agahî hebûn ku ‘ji derve’ bandor li ser rêveberiya festîvalê çêbûne. Ev agahî nebana jî, tiştên qewimîne rewşê zelal li ber çavan radixîne. Wekî din jî em dixwazin bale bikşînin li ser vê yeke ku di beşa sereke ya Festîvalê; pêşbirka filmên metrajdirêj de; ji 16 felmên hatine hilbijartin tenê du film li Kurdistanê çêbûne û zimanên wan Kurdî ye. Ew jî ‘Ji Bo Azadiyê’ û ‘Dema Dirîreşkan’ in.
Ji ber van tevan, em wekî Komîna Film a Rojava, em vê kiryara ku beriya her tiştî ji sinc û etîkên hunerê dûr, ji etîkên sînema û festîvalên sînema dûr, rexne û protesto dikin. Me bi hevalên xwe yên kar re, hunermend, kolektî û şirketên ku me bi hev re kar kirine, nîqaş kir.
Di encama van nîqaşan de;
Ji ber ku ev Festîval ne ‘platformeke azad a hunerê’ ye, em filmê xwe yê din jî ‘Dema Dirîreşkan’ jê dikişinin.
Em rêveberiya festîvalê vedxwînin ku daxuyaneke ji raya giştî re der barê bûyerê de bide. Em vedxwînin ku vê astengkirin û qedexeya ku li paytexta rewşenbîrî ya Kurdistanê pêk hat, ji gel û hunermendên Silêmaniyê re, ji mêvanên festîvalê re û ji raya giştî ya Kurdistanê re rave bike û parve bike."