ROJANE
Hemû Nûçe
-
Êrîşên li ser Tişrînê li Moskowayê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û sivîlan protesto kirin. -
Li Krasnodar êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Jinên Kurd ên li Krasnodar êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser li Rojava şermezar kir û banga piştevaniyê kir. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan firsendeke dîrokî pêşkêş dike
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman, Rêber Apo ji bo çareseriyê firsendeke dîrokî pêşkêş dike û got, "Divê şert û mercên kar ên Birêz Ocalan tavilê bêne sererastkirin, tecrîd bê rakirin û ji bo azadiya wî bi lez gav bêne avêtin." -
MYK a DEM Partiyê bi rojeva 'Îmraliyê' civiya
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina peyamên dawî yên Rêber Apo li hev civiya. -
MAK’ê: Li Geverê derb li gelek maşînên zirxî hat xistin
Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku wan ji bo silavkirina serketina Kobanê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakî pêkanîne û di encama çalakiyê de gelek wesayîtên zirxî hatine derb kirin. -
Rojnamegera dîlgirtî Eylem Babayigit: Em ê li hundir jî berdewam binivîsin
Rojnameger Eylem Babayigit ku ji dewleta Tirk ew dîl girt, diyar kir ku ew ê li hundir jî berdewam binivîsin. -
Ji Epozdemîr ê girtî, peyam
Endamê Desteya Rêveber a Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr ê hatî girtin, got: “Her kesê xwedî nasnameya hiqûqî, wê bi eşkere bibîne ku ev girtineke siyasî û operasyoneke li dijî Baroya Stenbolê ye.” -
Hevserokên KON-MED’ê: Em êrîşa li dijî Gokay Akbûlût şermezar dikin
Hevserokên KON-MED’ê, êrîşa nîjadperest a li dijî Parlamenterê Die Linke ya Parlamentoya Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût şermezar kirin û li dijî zêdebûna rastgiriya radîkal, bangawaziya parastina demokrasiyê kirin. -
ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Peyama piştgiriyê ya dayika Alina Sanchez -Şehîd Lêgerîn
Dayika Şehîd Lêgerînê (Alîna Sanchez) ku di salan 2018’an de di encama qezayeke trafîkê de gihişt şehadetê, ji bo piştgiriya Kurdan a di şerê dawî yê li Rojava de peyamek weşand. -
Êrîşên li ser Tişrînê li Amedê hatin protestokirin: Li dijî mirovahiyê sûc tê kirin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku bê navber li ser Bendava Tişrînê dewam dikin, li Amedê çalakî hate lidarxistin. -
Li Amedê kesek hate binçavkirin
Li Amedê kesek di serdegirtina malê de hate binçavkirin. -
Li Kirşehîrê girtî di greva birçîbûnê de ne
Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê li dijî muameleya xirab, dest bi greva birçîbûnê kirine. -
Li Siegenê çalakiya 'Piştevaniya Rojava'
Li bajarê Siegen ê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakiyek hate lidarxistin. -
Salvegera serketinê ya Berxwedana Kobanê hate pîrozkirin
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera rizgariyê ya kantona Kobanê pîroz kir, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û got, "Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye." -
Alî Kenanoglû: Em ê pêvajoyê ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêlin
Kenanoglû anî ziman ku hevdîtinên navbera Rêber Apo û heyeta DEM Partiyê pêvajoyeke ku nav lê nehatiye kirin û got, wê ji bo aştiyê tevkariyê li vê pêvajoyê bikin, vê pêvajoya girîng tenê ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêlin. -
ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Yasaya Efûya Giştî binpêkirina Destûra Bingehîn a Iraqê û rêgezên hiqûqî ye’
Civaka Êzidî di peyama xwe ya ji bo ‘Civîna Başûr ya ji bo pêşeroja Rojava di Sûriyeya nû de’ şandibû de Yasaya Efû ya Giştî şermezar kir û diyar kir ku ev yasa derfet dide yên bûne sedema Jenosîda Êzdiyan ji cezayan rizgar bibin. -
Parêzer Firat Epozdemîr hat girtin
Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye” hat girtin. -
Dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin: Rojava rûmeta me ye
Li gelek bajaran êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Taniş û Denîz hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta serokê HADEP’ê yê navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘qetilkirin’, pirsîn. -
Girtiya nexweş a 82 salî hate berdan
Girtiya nexweş Hanîfe Aslan a 82 salî ya ku tevî gelek nexweşiyên xwe jî tehliyela wê gelek caran hatibû astengkirin, hate berdan. -
Dadgeha Îranê derbarê Emced Emînî biryara binçavkirinê da
Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî diyar kir ku bi hinceta li dijî cezayê îdamê peyam weşandiye, derbarê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. -
Tedawiya girtiyê nexweş Şîrîn Kaya hat astengkirin
Mehmet Şîrîn Kaya yê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Tokatê de dîl tê girtin, ji ber ku li dijî lêgerîna nava devî derketiye nehat tedawîkirin û cezayê dîsîplînê lê hat birîn. -
ROJEVA 25’Ê ÇILEYA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.