MAK’ê: Li Geverê derb li gelek maşînên zirxî hat xistin

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku wan ji bo silavkirina serketina Kobanê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakî pêkanîne û di encama çalakiyê de gelek wesayîtên zirxî hatine derb kirin.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên ku pêk aniye de agahî parvekirin.

MAK’ê got, “Milîsên me roja 26'ê Çileyê saet 20:30’an, ji bo pîrozkirina serketina Kobanê derketin taxa Kişla ya Kevin a Geverê. Milîsên me yên ku agir pê xistin û berxwedana Kobanê silav kirin, demeke dirêj bi fîşekên hewayî pîrozbahî kirin. Milîsên me derdora saet 21.30'an, ji bo silavkirina berxwedana Rojava û bendava Tişrînê pankarta bi nivîsa 'Em weke ciwanên Geverê, ji berxwedana Rojava û bendava Tişrînê re serketinê dixwazin. Bijî PKK û YPG’ê’ hate hildan.”

MAK’ê, ragihand ku polîsên dewleta Tirk a dagirker di saet 22.20’an de bi wesayîtên zirxî êrîşê milîsên wan kiriye û got, “Milîsên me bi berxwedanê re bersiv dan êrîşan. Milîsên me ji du aliyan ve bi bombeyên destçêkirî û fîşekên hewayî li dagirkeran xistin. Di encama pevçûna rû daye de gelek wesayîtên zirxî hatin derbkirin û dagirker neçar mane ji herêmên berxwedanê birevin.

Divê dost û dijmin zanibe, gelê me û şoreşa azadiyê ya Rojava wê bi serkeve û çeteyên dest bi xwîn û dewleta Tirk a qirker jî wê têk biçin.”