LI DIJÎ GOKAY AKBÛLÛT ÊRÎŞ
Parlamenterê Federal ê Die Linkeyê Gokay Akbûlût, di rêwîtiya trênê de rastî êrîşeke nîjadperestî hat. Hevserokên KON-MED’ê Rûken Akça û Kerem Gok gotin, “Em êrîşa li dijî Parlamenterê Partiya Çepê Gokay Akbûlît bintundî şermezar dikin û jê re şîfaya xêrê dixwazin.”
‘JI BER KU KOÇBER, JIN Û KURD E BÛ HEDEF’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gokay Akbûlût, li Elmanyayê bûye dengê civakên vederkirî û wiha hat gotin: “Gokay Akbûlût, di meseleya koçberî, jinan û Kurdan de bûye kesayetekî sereke. Ev êrîş ne tenê nîşana zêdebûna rastgiriyê ye, di heman demê de nîşaneya dijminahiya li dijî koçber, jin û Kurdan e.”
‘LI ELMANYAYÊ ZÊDEBÛNA RASTGIRIYÊ BIÇÛK TÊ DÎTIN’
Di daxuyaniyê de helwesta dijber a li dijî zêdebûna rastgiriyê kêm hat dîtin û hat rexnekirin. Hat gotin “Zêdebûna çepgiriya radîkal kêm û biçûk tê dîtin. Ev talûkeyeke mezin e. Partiyên demokratîk, li şûna ku li dijî vê yekê bibin yek, bereksî wê gotinên çepgiran erê dikin û vê gefê mezintir dikin.
‘EM BI HEV RE DEMOKRASIYÊ XURT BIKIN’
KON-MED’ê diyar kir ku divê li dijî zêdebûna rastgiriya radîkal demildest gav bê avêtin. Hat gotin “Divê em demokrasiyê biparêzin û xurt bikin.”