Tedawiya girtiyê nexweş Şîrîn Kaya hat astengkirin
Mehmet Şîrîn Kaya yê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Tokatê de dîl tê girtin, ji ber ku li dijî lêgerîna nava devî derketiye nehat tedawîkirin û cezayê dîsîplînê lê hat birîn.
Mehmet Şîrîn Kaya yê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Tokatê de dîl tê girtin, ji ber ku li dijî lêgerîna nava devî derketiye nehat tedawîkirin û cezayê dîsîplînê lê hat birîn.
Mehmet Şîrîn Kaya, di sala 2012’an de li Colemêrgê hat girtin û 21 sel ceza lê hat birîn. Kaya da zanîn ku ji ber ku li dijî ferzkirina lêgerîna nava devî derketiye, ew nebirine revîr û nexweşxaneyê.
Kaya yê lu li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Tokatê dîl tê girtin, dema ku bi malbata xwe re li ser telefonê axivî, diyar kir ku ji ber ku li dijî vê ferzkirinê derketiye cezayê dîsîplînê jî lê hatiye birîn.