Salvegera serketinê ya Berxwedana Kobanê hate pîrozkirin
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera rizgariyê ya kantona Kobanê pîroz kir, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û got, "Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera rizgariyê ya kantona Kobanê pîroz kir, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û got, "Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye."
Di daxuyaniya KNK'ê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava ya ku 19'ê Tîrmeha 2012'an destpê kir gihîşt asteke nû û hate gotin, "Kobanê çîrûsta destpêkê ya Şoreşa Rojava û ala azadiyê ya li dijî hêzên dagirker e. Gelê Kurd û piştevaniya dostan di 26'ê Çileya 2015'an li dijî DAÎŞ'ê bi ser ket û ev serketin serketina rûmeta mirovahiyê ye. Ev serketian dîrokî ne tenê serketineke leşkerî ye, di heman demê de serketina têkoşînekê ye ku bi biryardarî û yekîtiya gelê Kurd hatiye bidestxistin."
'DAÎŞ DERBA DESTPÊKÊ YA HERÎ GIRAN LI KOBANÊ XWAR'
Di daxuyaniya KNK'ê de hate ragihandin ku DAÎŞ'ê derba destpêkê ya herî giran li Kobanê xwar û got, "Berxwedana Kobanê weke têkçûna mezin a destpêkê ya DAÎŞ'ê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Ev serketin bi hewldanên hevpar ên gelê Kurd û şoreşên Rojava pêk hat. Têkoşîna azadiyê ya ku ji Kobanê destpê kir, Reqa jî di nav de ku DAÎŞ'ê ji xwe re weke paytext ragihandibû kir ku gelek herêm bê rizgarkirin. Ev pêvajo bi fedakariya YPG û YPJ'ê, bi piştevaniya gelê Kurd a li çar aliyan û bi piştgiriya hêzên demokratîk navneteweyî bi cih hat."
'PARASTINA ROJAVA PARASTINA MIROVAHIYÊ YE'
Di daxuyaniya KNK'ê de hate bibîrxistin ku Rojava hîn jî bi gefên dagirkeriyê re rû bi rû ye û hate destnîşankirin ku Tirkiye yekser an jî neyekser êrîşî Rojava dike KNK'ê got, "Piştî têkçûna DAÎŞ'ê dewleta Tirk yekser berê xwe da Rojava û êrîş kir. Herêmên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê mînakên ji polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ne. Niha jî êrîş li ser Kobanê û derdora Bendava Tişrînê tê kirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku parastina Rojava ne tenê parastina gelê Kurd e, di heman demê de parastina tevahiya nirxên hevpar ên mirovahiyê ye."
'RUHÊ BERXWEDANÊ DEWAM DIKE'
KNK'ê diyar kir ku di vê demê de parastina destketiyên Şoreşa Rojava ji her demê bêhtir girîng e û got "Ruhê berxwedanê yê ji Kobanê bilind bû. hêviya azadiyê ya Kurdistanê û mirovahiyê ye. (...) Divê destketiyên Şoreşa Rojava bêne parastin û berxwedana Kobanê timî bê bîranîn. Mîna 10 sal beriya niha em bang li gelê xwe, dostên xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku Rojava biparêzin. Bi vê wesîleyê salvegera serketina Kobanê û rizgarkirina kantonên Rojava careke din pîroz dikin."