BI DÎMEN

Êrîşên li ser Tişrînê li Moskowayê hatin protestokirin

Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û sivîlan protesto kirin.

Daxuyanî ji aliyê Meclisa Kurdên Moskowayê ve hate dayîn. Daxuyanî bi boneya şermezarkirina êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Bakur û Rojhilate Sûriyeyê, hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Sultan Hecîyev hate xwendin. Sultan Hecîyev da zanîn ku îro selvegera 10’emîn a rizgarkirina Kobanê ye û got: “Em vê rojê pîroz  dikin û pê serbilind in. Di serî de em silav û rêzên xwe ji her çar perçeyên Kurdistanê re dişînin. Wek îro ku hemû cihan jî dizane li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî pir dijwar û nemerdane tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve êrîşî Bendava Tişrînê dike. Gelên me yên ku li wir dijîn dike hedef û li ser wan komkujiyan pêk tîne. Her roj bi dehan caran gelê me topbaran dike. Em wek gelê Kurd ê li Rûsyayê van kiryar û êrîşan şermezar û nelet dikin.”

Hecîyev axaftina xwe wiha domand: “Em di serî de şanogerê Kurd Cuma Xelîl (Bavê Teyar) bi bîr tînîn û dibêjin serê gelê Kurd sax be. Gelên me yên Rojavayê Kurdistanê her roj diçin çalakvaniya Bendava Tişrînê dikin. Dewleta Tirk a dagirker û qirker jî sîvîlan li Bendava Tişrînê dike hedef û wan topbaran dike. Dewleta Tirk a dagirker sûce mirovahiyê dike.  Zarok, mezin, jin, rojnamevan, şanoger û kî dikeve ber dike hedef û wan qetil dike. Em jî wek gelê Kurd li vir dibêjin, em piştgiriya gelên xwe yên li Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û van êrîşan şermezar dikin.”

Sultan Hecîyev wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wek gelê Kurd ê li Rûsyayê berxwedaniya Rêveberiya Xweser û berxwedaniya YPG, YPJ, û QSD’ê pîroz dikin û pê serbilind in ku îro hemû sazî û dewlet dixwazin bi wan re hevdîtinê bikin. Ji ber wê jî hemû hewldana dewleta Tirk a dagirker ew e ku Rêveberiya Xweser bike hedef û wê tune bike. Lê belê divê hemû cîhan dengê xwe li hember van sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, bilind bike û van yekan qebûl neke. Ji ber ku têra xwe aşkere ye ku kesên tên qetilkirin bi tevahî sivîl in. Em jî dibêjin serkeftin a gelê Kurd e û bijî berxwedana gelên me yên Rojavayê Kurdistanê.”