BI DÎMEN

Alî Kenanoglû: Em ê pêvajoyê ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêlin

Kenanoglû anî ziman ku hevdîtinên navbera Rêber Apo û heyeta DEM Partiyê pêvajoyeke ku nav lê nehatiye kirin û got, wê ji bo aştiyê tevkariyê li vê pêvajoyê bikin, vê pêvajoya girîng tenê ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêlin.

ALÎ KENANOGLÛ

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû li ser kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' axivî ku wê ji Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) re ragihînin.

'DIVÊ DAXWAZA AŞTIYÊ YA CIVAKÊ BÊ BILINDKIRIN'

Alî Kenanoglû got, "Ji 1'ê Cotmehê û vir ve em di nava hewldana pêvajoyekê de ne ku nav lê nehatiye kirin. Herî zêde siyasetmedar li ser vê pêvajoyê diaxivin. Weke HDK ku têkoşîna demokrasiyê ya saziyên civakî yên sivîl û demokratîk dimeşînin û platforma têkoşîna hevpar e, dibêjin ku ev mesele meseleyeke civakî ye, daxwaza aştiyê divê ne tenê bi înîsiyatîfa siyasiyan bê meşandin, daxwaza aştiyê ya li nava civakê bê bilindkirin û ji bo xwedîderketina li vê daxwazê me dest bi kampanya îmzeyan kir. Bêguman ev hejmar sembolîk e. Em ê hejmarê nedin pêş, li şûna vê yekê em ê hewl bidin xwe bigihînin hemû beşên civakê û jê re ragihînin bê aştî çiqasî girîng e. Em dixwazin bikin ku civak daxwaza aştiyê bilêv bike, xwedî lê derkeve û di vê mijarê de israr bike. Di çarçoveya kampanyayê de em ê li gelek herêman; Ege, Derya Spî, Anatoliya Navîn, Derya Reş û Trakyayê kombûnan lidar bixin, bi komeleyên xwecihî, rêxistinên ekolojî, komên baweriyan, rêxistinên pîşeyî, sendîka û beşên cuva yên civakê re li hev bicivin, qala zerara ji ber şer a li ser civakê û bilindkirina daxwaza aştiyê bikin. Em baş zanin ku aştiya herî nebaş ji şerê herî baş çêtir e. Bêguman di dema şer de mirov bi rê xeteriyê re rû bi rû ne ku zarokên xwe ji dest bidin, ev rîsk li mala her kesî heye."

Kenanoglû işaret bi bandora siyaseta şer a li ser civakê kir û axaftina xwe bi van gotinan dewam kir, "Hin beşên civakê ji aliyê aborî ve êşa pêvajoyên bi vî rengî dikişînin. Li cihekî ku buhayê fîşekê tê pirsîn hûn nikarin buhayê nan bipirsin. Lewma budçeya polîtîkayên li ser ewlekariyê û polîtîkayên şer bandorê li mûçeyê kêmtirîn û mûçeyê teqewîtan dike. Em dixwazin van hemûyan bi civakê re parve bikin û bikin ku civak paşeroja xwe ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêle."

'DESTHILATDARÎ JI NEÇARÎ LI DORA MASEYÊ RÛNIŞT'

Kenanoglû destnîşan kir ku gel li samîmiyeta desthilatdariyê dipirse û got, "Di pêvajoya hewldana aştiyê de ku ji 1'ê Cotmehê û vir ve dewam dike, meseleya jidilbûyîna dewletê bêguman cihê lêpirsînê ye. Civak bêguman fikarên xwe, hêrsa xwe tîne ziman. Qala pêvajoyeke aştiyê, pêvajoyeke çareseriyê tê kirin; lê belê li aliyekî qeyûm tê tayînkirin, operasyon têne kirin, mirov têne kirin. Lewma jî gotina 'Ev çi pêvajoya aştiyê ye' timî tê gotin. Mirov pirsên 'Hûn baweriya xwe bi dewlet, desthilatdariyê tînin an na?' li me dikin. Bêguman ew der maseyeke bazariyê ye. Ji ber vê jî ji têkiliyeke baweriya ji hev wêdetir, diyar e ku desthilatdarî ji neçarî, ji ber bûyerên herêmê li dora maseyê rûniştî ye. Li pêşberî van armancan, rojeva siyasetmedarên Kurd jî heye. Daxwazên li ser pirsgirêka Kurd hene ku sed sal in dewam dike. Di vê demê de wê diyar bibe ku di kîjan astê de wê bersiv ji van daxwazan re bê dayin û bicihanîn."

'EM Ê DERFETÊ AŞTIYÊ MEZIN BIKIN'

Alî Kenanoglû got, weke HDK û pêkhateyên wê ew aliyê diyarker ê vê pêvajoyê nînin, lê belê ji bo tevkariyê li vê pêvajoyê bikin wê têbikoşin û bi vî rengî dewam kir, "Aliyên pêvajoyê diyar in. Yên ku dest ji çekên berdin, yên ku bangê bikin diyar in. Di vê pêvajoyê de ji bo xizmetê ji aştiyê re bike çi ji destê me bê em ê bikin. Di mijara samîmiyetê de jî ne mijareke welê ye ku em karibin îro yekser bibînin. Lê belê divê ev yek bê destnîşankirin; ev mase ne maseyeke welê ye ku li ser daxwazê hatiye avakirin, ji ber vê jî wê bazarî bê kirin. Em ji aliyê xwe ve, weke parêzvanên aştiyê îhtimala aştiyê ji sedî 1 jî be ji bo vê yekê mezin bikin em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Ji bo komareke welê ava bikin ku civak di nava aştî û aramiyê de be, kes asîmîle nebe, ziman û baweriya kesî neyê înkarkirin, em ê têbikoşin."