ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Rojnamevan Dilovan Asmîn ku di dema şopandina berxwedana Tişrînê de ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker birîndar bû got, "Bi êrîşa li dijî rojnamevanan wê nikaribin ronahiya heqîqetê tarî bikin."

Meleyên ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û ji bo têkoşînê bang li gelê Kurd kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ew tov bûn ku li Kurdistanê li dilê mirovan hatin reşandin. Sê leheng, hevrê bûn ku ji bo armancekê têkoşiyan. Nivîsa bîranînê ya Şenda Demhat a ji bo bîranîna Seran Kurdistan Xoser, Sema Cuya Cewlik û Sozdar Evîn.