Ji Epozdemîr ê girtî, peyam

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr ê hatî girtin, got: “Her kesê xwedî nasnameya hiqûqî, wê bi eşkere bibîne ku ev girtineke siyasî û operasyoneke li dijî Baroya Stenbolê ye.”

PEYAMA FIRAT EPOZDEMÎR

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr 23’yê Çileyê ji “Civîna Parastinan a Konseya Ewropayê” ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê vegeriya. Epozdemîr dema vegeriya, li Balafirgeha Stenbolê hate girtin.

Firat Epozdemîr ê niha li Girtîgeha Metrîsê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt diyar kirin: “Di serî de Serokê Baroya me Prz. Prof. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglû û endamên Desteya Rêveber, ez spasiya hemû hempîşeyên xwe û her kesê ez tenê nehiştime, dikim. Ez ê agahî û belgeyên têkildarî awayê girtina xwe ya ne li gorî wijdan û hiqûqê, di nava çend rojan de bi we re parve bikim. Her kesê xwedî nasnameya hiqûqî, wê bi eşkere bibîne ku ev girtineke siyasî û operasyoneke li dijî Baroya Stenbolê ye.”