Parêzer Firat Epozdemîr hat girtin

Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye” hat girtin.

Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr piştî ji Civîna Parêzerên Konseya Ewropayê ya ku di 23'ê Çileyê de li Strasbourgê hat lidaxistin vegeriya, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.

Epozdemîr ê ku piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Epozdemîr piştî îfadeyê bi heman hincetê hat girtin û şandin girtîgehê.