Li Kirşehîrê girtî di greva birçîbûnê de ne
Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê li dijî muameleya xirab, dest bi greva birçîbûnê kirine.
Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê li dijî muameleya xirab, dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyê bi navê Mehmet Kirdag ku li Girtîgeha Tîpa s a Kirşehîrê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û got ku li dijî muameleya xerab, ev 3 hefteye dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirine.
QEDEXEYA KURDÎ
Kirdag, di hevdîtinê de got ku greva birçîbûnê li dijî zextên roj bi roj girantir dibin û muameleya xerab hatiye destpêkirin. Kirdag, da zanîn ku axaftina bi Kurdî hatiye qedexekirin, peydakirina pirtûkan tê astengkirin û dema diçin nexweşxaneyê muameleyeke xerab li wan tê kirin. Kirdag, destnîşan kir ku girtî bi rêbazên êşkenceyê yên cur bi cur re rû bi rû dimînin.