Dadgeha Îranê derbarê Emced Emînî biryara binçavkirinê da

Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî diyar kir ku bi hinceta li dijî cezayê îdamê peyam weşandiye, derbarê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

EMCED EMÎNÎ

Bavê Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê ‘polîsên exlaq’ yên rejîma Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin û bû çiruska Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Emced Emînî têkildarî vexwendina wî ji bo dadgeha Îranê de li ser rupela xwe ya înstagramê agahiyan belav kir.

Emced Emînî diyar kir ku roja înî (24’ê Çileyê) ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqîzê ve dosyayek bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ û ‘belavkirina mijarên derew’ li dijî wî hate vekirin. Li ser vê yekê Emced Emînî ji bo dadgehê hate bangkirin û biryara binçavkirinê li ser hate dayîn.

Hat zanîn ku Emced Emînî ji ber peyamek li dijî cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn weşandiye, ev biryar derbarê wî de hatiye dayîn.