Êrîşên li ser Tişrînê li Amedê hatin protestokirin: Li dijî mirovahiyê sûc tê kirin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku bê navber li ser Bendava Tişrînê dewam dikin, li Amedê çalakî hate lidarxistin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku bê navber li ser Bendava Tişrînê dewam dikin, li Amedê çalakî hate lidarxistin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Tenduristiyê ya Amedê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û sivîlan, daxuyanî dan.
Endamên her du platforman li ber AZC Plaza ya li navçeya Yenîşehîr, hatin ba hev. Pankarta “Êrîşên li dijî sivîlan, xebatkarên tenduristiyê û ambûlansan, sûcê mirovahiyê ye” hate vekirin.
Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê Mustafa Mesut Kaya nerazîbûn nîşanî êrîşên li Tişrînê li dijî xebatkarên tenduristiyê û sivîlan tên kirin, da û anî ziman ku ev yek bi eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Kaya bi bîr xist ku di êrîşên ji 8’ê Çileyê ve dewam dikin de, 21 sivîl hatine qetilkirin û 203 kes birîndar bûne.
Kaya pirsî ku gelo tişta li Xezeyê sûc tê dîtin, çawa li Tişrînê rewa tê dîtin û destnîşan kir ku AKP hiqûa navneteweyî tenê li ser esasê berjewendiyên xwe bi kar tîne, ev yek nayê qebûlkirin.
Kaya ev tişt jî bilêv kir: “Li welêt çareserî tê nîqaşkirin, li aliyê din jî hem siyaseta qeyim tê meşandin, hem daxwazên statuya mirovên li kêleka me tenê ji ber Kurdbûnê tên redkirin û bombe li ser tên barandin. Ev yek baweriya ji pêvajoyê re lewaz dike.”
Kaya got, “Nabe ku ti kes êrîşî xizmetên tenduristiyê bike. Weke saziyên tenduristiyê, rêxistinên ked û demokrasiyê yên li Amedê em car din bang dikin: Divê ev êrîş bên rawestandin, berpirsyar hesab bidin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Destên li dijî xebatkarên tenduristiyê tên dirêjkirin, bila bişkên” û “Bijî berxwedana Tişrînê” bi dawî bû.