ROJEVA 25’Ê ÇILEYA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
-Wê geşedanên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re bên şopandin.
-Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî nexşerêyekê ye, lê dewlet ne zelal e û got, “Eger dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin û hîn cidîtir nêz bibin.”
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Endama Akedemiya Jineolojiyê Zozan Sîma diyar kir ku jinan di hemû deman de di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girtine û da zanîn ku dewleta Tirk piştî ku nekarî têkoşînê têk bibe, berê xwe da gotinên “diyalogê”.
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Çalakiyên xizmên girtiyan û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Ew yek ji gerîlayên lehengê gelê xwe bû. Wî Apoyiya rast a ku di şert û mercên herî dijwar ên şer de vîna mirov dikare ji bo azadiyê çi bike nîşan da. (Ji bo bîranîna Herekol Botan)