BI DÎMEN

Peyama piştgiriyê ya dayika Alina Sanchez -Şehîd Lêgerîn

Dayika Şehîd Lêgerînê (Alîna Sanchez) ku di salan 2018’an de di encama qezayeke trafîkê de gihişt şehadetê, ji bo piştgiriya Kurdan a di şerê dawî yê li Rojava de peyamek weşand.

Yek ji dostên Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, Patricia Gregorini, dayika Alina Sanchez – Şehîd Lêgerîn e.

Berî - û bi taybet piştî şehadeta Şehîd Lêgerîn, dayika wê Patriciayê gelek caran piştgiriya xwe ya ji bo hevrêyên keça xwe û gelê Kurd îfade dike.

Piştî ku êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şopandin, Patriciayê peymana xwe ya piştgiriyê parve kir:

CESARET Û HEZKIRINA WE YA JIYANÊ PÎROZ E

“Dem baş, ez dayika Alina Sanchez, Şehîd Lêgerîn im, navê min jî Patricia Gregorini ye.

Ez dixwazim di van rojên zehmet de piştgiriya xwe nîşanî gelê Kurd bidim. Ez cesaret, hezkirina jiyanê û parastina we pir pîroz dibînim.

Hevgirtina we ya di vê têkoşînê de li ser asta herî jor e. Ez hêvîdar im ku di dawiyê de wê rewş baş bibe û hûn ê heqe xwe bi dest bixin. Ez keça xwe ya ku ewqas ji gelê we hez dikir, bi bîr tînim. Bi vî dimenî ez dixwazim piştgirî, hêz û nirxê bidim têkoşîna we û sihet xweş hûn bernadin doza jiyana azad.”

LÊGERÎNEKE JI ZAROKATIYÊ

Şehîd Lêgerîn di sala 1986 de li Arjantînê ji dayik bû. Di zarokatiya wê de, bi germahî û vîna xwe ya ji bo pêşxistina cihanekî xweş hat naskirin. Piştî ku mezin bû, wê hemû taybetmendiyên xwe parastin û pêşxistin û bi vî rengî dest bi lêgerîna xwe kir.

Şehîd Lêgerîn ji bo xwendina xwe ya tibê ji Arjantînê çû Kubayê û piştî vê demekî li Çiyapasê ma. Di sala 2011’an de de riya wê derbasî Kurdistanê bû û li Herêmên Parastina Medyayê tevlî nav refên gerîla bû.

EW DI NAVBERA AMERÎKAYA LATÎN Û KURDISTANÊ DE PIRA TENDURISTIYÊ BÛ

Bi dîtina rastiya şer îradeya wê her xurttir dibû. Şehîd Lêgerîn xwendina xwe li Kubayê xilas kir û ji bo demekî vegeriya Argentînayê. Di vê demê de, gelek tekiliyên ku heta roja îro hene çebûn. Şehîd Lêgerîn wekî pirekê bû di navbera Amerîkaya Latîn û Kurdistanê de.

Di sala 2015 de ew vegeriya Kurdistanê û di demekî kurt de bû parçeyeke bingehîn ê avakirina pergala tendurustiya Rojavayê ku bingeha wê xizmetkirina gel e.

Şehîd Lêgerîn 17’ê Adara 2018’an di encama qezaya trafîkê de li Hesekê gihişt asta şehadetê.

Ew bû mînakeke ji bo hezaran û bi bîranîna wê şoreş wê her pêş bikeve. Ji bo bîranîna wê, li ser li Til Temirê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hat avakirin.