Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û rojev nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên 78 qurbaniyên şewata li Bolûyê re xwest.
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya 22'ê Çileyê li Îmraliyê bi Rêber Apo re 4 saetan kir û got, "Di vê hevdîtinê de encama danûstandinên bi partiyên siyasî, rexne, nêrîn û pêşniyarên partiyên siyasî ji Birêz Ocalan re hatin ragihandin. Li ser van hemûyan nirxandinên berfireh hatin kirin. Divê em destnîşan bikin ku Birêz Ocalan ji bo çareseriya meseleyê şensek e, bi helwest û sekna xwe ji bo gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd diyarker e. Mîna ku wî bi xwe jî anî ziman, divê vê carê pirsgirêk teqez bê çareserkirin."
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê ev firsenda dîrokî teqez bê nirxandin û got, "Divê em xwe ji gotin û hewldanên jidestdana vê firsenda dîrokî bidin alî. Lewma ji bo nîqaşên çareseriyê yên ku civak jî di nava hêviyê de ye bi encam bibe û encameke erênî bê afirandin, divê hikumet giraniyê bide ser gavên pratîkî. Eşkere ye ku tenê bi çûn û hatinê, tenê bi gotinê pêvajo nameşe. Ji ber vê jî ji bo çarçoveyeke qanûnî bi lez bê avakirin divê înîsiyatîfa meclîsê bê afirandin, meclîs bi berpirsyarî rabe. Di halê hazir de şert û mercên tecrîdê dewam dikin. Ji bo Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe, ji bo ev firsenda dîrokî ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jid est neçe, divê şert û mercên kar ên Birêz Ocalan tavilê bêne sererastkirin, tecrîd ji holê bê rakirin, ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya wî tavilê gav bêne avêtin."
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku di çarçoveya daxuyaniyên heyeta wan de Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan îro li ser mijarê civiya, wê nexşerêya xwe ya nû diyar bikin û hin biryaran werbigirin.