Rojnamegera dîlgirtî Eylem Babayigit: Em ê li hundir jî berdewam binivîsin

Rojnameger Eylem Babayigit ku ji dewleta Tirk ew dîl girt, diyar kir ku ew ê li hundir jî berdewam binivîsin.

Rojnameger Eylem Babayîgît, di 21’ê Çileyê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin û di 22’yê Çileyê hatibû girtin û ew xistibûn Girtîheha Jinan a Bakirkoyê. 

Rojnameger Elyem Babayîgîtê bi rêya parêzerpn xwe peyam şand û got, “Da ku qelema rojnamegeran li erdê nemîne, divê hemû ciwanên Kurd xwe wekî generalekî biçûk ê Apê Mûsa bibîne.”

Di peyamê de her wiha ev yek hatin gotin: “Her jina ciwan divê li ser rêça Gurbetelli Ersozê bimeşe û vê mîrateyê bidomîne. Wek kedkarên çapemeniya azad ên dîlgirtî, em ê li hundir jî berdewam binivîsin. Bi van darizandin û girtinê derhiqûqî wê me ji rêya me venegerînin. Jûn bibin dengê derve. Bi hevgirtinê…”