MYK a DEM Partiyê bi rojeva 'Îmraliyê' civiya
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina peyamên dawî yên Rêber Apo li hev civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina peyamên dawî yên Rêber Apo li hev civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Di civîna MYK’ê de dê kitekitên hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya di 22’yê Çileyê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiribû bên nirxandin. Pêşniyar û hişyariyên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên nîqaşkirin.
Yek ji mijara din a ku dê di civînê de li ser nîqaş were kirin jî xebatên şandeyê ya piştî hevdîtina duyemîn e. Ji bo van xebatan dê nexşerêyek were amadekirin. Şandeyê piştî hevdîtina ewil li Meclisê çendek hevdîtin kiribû û hat zanîn ku MYK dê hewl bide xebateke bi heman rengî diyar bike. Dê nexşerêyeke ku peyamên Abdullah Ocalan bi çalakî û rêbazên cuda bi gel re bên parvekirin were amadekirin.