Li bajarê Silêmanî bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tevlîbûna gelek siyasetmedar, rewşenbîr û aktivîst ‘Dîdara Başûr ya ji bo pêşeroja Rojava ya di Sûriyeya nû de’ civînek lidar xistin.
Ji bo vê dîdarê peyama civaka Êzidî jî hate nîşandan. Peyam ji aliyê Ehmed Şengalî ve hate xwendin û ev hate gotin: “Em qurbaniyên jenosîdê yên li dijî rêxistina terorê ya DAÎŞ’ê ya sala 2014’an li ser gelê Êzidî pêk anî, berxwedêrên Êzidî yên li Çiyayê Şengalê li dijî vê rêxistinê têdikoşin, partiyên siyasî yên Êzidî, rêxistinên civaka sivîl, li ser navê hemû beşên civakê Yasaya Efû ya Giştî ya hejmara 27’an a dîroka 2016’an a 21’ê Çileya 2025’an li Parlementoya Iraqê hatî erêkirin red û şermezar dikin. Ev guherîna qala wê tê kirin, ji bo endamên rêxistina terorê ya DAÎŞ’ê yên dijî mirovahiyê sûcên herî giran kirine jî di nav de ji bo yên li Şengal û herêmên din gelê Êzidî kirin hedef û qirkirin ji cezayan bên rizgarkirin.
Di dewama peyamê de hate gotin ku di nava 10 salên borî ji roja Jenosîda Şengalê û vir ve hem gelê Êzidî û hem jî Iraqê ji bo edalet pêk were ked daye û ev hate gotin: “Bi vî rengî qebûlkirina vê yasayê ji bo me şoq e. Her çendî biryar û yasayeke welê be ji bo her bêguneh û mezlûmên li girtîgehan bê berçavgirtin jî, ne tenê tê wateya îxlalkirina nirxên mirovî û exlaqî heman demê tê wateya îxlalkirina destûra bingehîn a Iraqê û rêgezên hiqûqî. Dîsa tê wateya encama peymaneke siyasî ya ji mekanîzmaya destûra bilind û hiqûqî ya ji bo hevpareyên mezin ên Iraqê dûr be. Ev peyman li gel berçavgirtina mafên mexdûran, rê li ber wê vedike ku çavê xwe li êşên kêmeneteweyan bigire û binpêkirina edaletê.”
Di dewamê de hate diyar kirin ku erêkirina vê peymanê xeteriyeke cidî dixe nava têkiliyên kêmenetew û hevpar û rengên civakî yên li Iraqê û ev hate gotin: “Ji bo pêçana birînên berê, ziyanê dide bingehên xwestina hesab û edaletê.”
Di peyamê de bang li Serokkomarê Iraqê hate kirin ku yasayê erê neke û wiha hate gotin: “Bang li Dadgeha Bilind a Federal dikin ku yasayan li gorî destûra bingehîn kontrol bike, îtirazên ji aliyê hinek parlementeran ve hatine kirin binirxîne, ji nû ve vê yasayê rêk bixin û hemû kesên tevlî karê terorî bûne ji vê yasayê sûd negirin. Dîsa daxwaz dikin ku her kesê tevlî van sûcan bûne, piştgirî kirine, sûd dane li ser esasê yasayên pêşîgirtina ceza û têkoşîna terorê ya navneteweyî ya Iraqê bên darezandin.”
Herî dawî ev peyam hate dayîn: “Êzidî di wê baweriyê de ye ji bo qurbaniyên jenosîda Speîcher û hemû Iraqiyên ji terora DAÎŞ’ê bibandor bûne, edalet enceq ne bi efûkirina sûcdaran, bi yasayên darezadina adil û hişk dikare mimkûn bibe. Bang li civaka navneteweyî, rêxistinê mafê mirovan dikin ku divê doza me ya adil de li gel me cih bigirin û piştgiriyê bidin.”