BI DÎMEN

‘Xewna Erdogan a vejandina dewleta Osmanî heye’

Mamoste û karmend bertekên xwe nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr û hevkariya PDK’ê didin û dibêjin: “PDK li Herêma Kurdistanê alîkariya dewleta Tirk a dagirker dike.”

Operasyonên artêşa Tirk a qirker û dagirker li ser axa Herêma Kurdistanê berdewam in û heta niha jî desthilatdarên başûrê Kurdistanê li hember vê yekê bertekek nîşan nedaye û gelê Başûr ji bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember dagirkariya dewleta Tirk aciz e. Mamoste Cotyar Feqê Silêman û karmend Heyder Elî têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivîn.

‘ERDOGAN DIXWAZE GELÊ KURD JI HOLÊ RAKE’

Mamoste Cotyar Feqê Silêman da zanîn ku rehên dîrokî yên dagirkariya dewleta Tirk hene ku vedigerin serdema Osmaniyan û got: “Xewna Erdogan a vejandina Dewleta Osmanî heye, dixwaze vê xewna xwe li ser xwîna gelên Rojhilata Navîn pêk bîne. Bo nimûne ew dagirkeriya ku li rojava û başûrê Kurdistanê tê kirin, ne tenê dagirkeriyeke leşkerî ye, dagirkeriyeke aborî û çandî jî ye, dagirkeriyeke pirreng e. Erdogan hemû hêza xwe ji bo tunekirina gelê Kurd û gerîla bi kar tîne.”

‘GERÎLA PARASTINA HER ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ DIKE’

Mamoste Cotyar Feqê diyar kir ku Erdogan wek Naziyekî nû tê dîtin û wiha got: “Li hember siyaseta dagirkeriyê ya Erdogan, divê Kurd li her derê piştgiriya gerîla bikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê tenê gerîla parastinê dike û rûmeta gelê Kurd li hember dagirkeran diparêze. Desthilata Herêma Kurdistanê her wiha bûye rênîşanderê vê dagirkeriya Erdoganê dagirker. PDK hevkariyê dike. Em wê rastiyê dizanin ku aliyek bûye xeta xiyanetê. Lê mixabin aliyên din, medya û civak jî di vê demê de bêdeng in. Di wê serdana dawî ya Erdogan a ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê de dihate gotin ku peymanên ewlehiyê hatine çêkirin. Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê van agahiyan piştrast dike ku peyman hatine çêkirin.”

Mamoste Cotyar Feqê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Bêdengiya desthilat û opozîsyona vî welatî nîşaneya qebûlkirina van operasyonên Erdogan e. Gelê Kurd li her derê, pozîsyon û desthilata wan çi dibe bila be,  divê vê dagirkeriyê şermezar bike.”

‘ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GIHÎŞTIYE REWŞEKE METIRSÎDAR’

Karmend Heyder Elî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê wiha got: "Bi salan e êriş û dagirkarî li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin, lê belê niha ev êriş û dagirkerî gihîştine rewşeke gelek metirsîdar. Her wiha ev êriş û dagirkerî li ser serweriya Iraqê jî tên kirin. Mixabin Bexda û Hewlêr li hember vê yekê gelek bêhelwest in. Dagirker ax û welatê me dişewitîne, tiştê ku cihê xemgîniyê ye kesên bi nav rewşenbîr û siyasetmedar gelek bêhelwest in. Di rastiyê de hinceta hebûna PKK’ê ne hinceteke rast e. Eger em vegerin û li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku bi sedan salan e Tirk hewla dagirkirina axa Kurdan didin û li dijî berjewendiyên gelê Kurd bûne.

‘PDK HER TIM XIYANETÊ DIKE’

Li Behdînanê karesat çêdibe, dewleta Tirk gund û çiyayan dişewitîne. Tevî vê yekê PDK wek karê xwe yê herdemî xiyanetê dike, di dîrokê de jî her tim xiyanet kiriye û rê nîşanî artêşa Tirk daye. PDK rê li ber çalakiyên welatparêzan digire, rê li ber gerîlayan digire ku li dijî dijmin tê dikoşin. Ev qonaxeke gelek metirsîdar e. Xwîna hezaran şehîdan ji bo vî welatî rijiyaye, di metirsiyê de ye ku ji ber dagirkeriyê ji nav biçe.”

Heyder Elî bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez daxwazê ji aliyên siyasî û Hikûmetê dikim ku helwesteke cidî bigirin, bila rewşenbîr û mamoste li hember dagirkariyê bêdeng nemînin."