BI DÎMEN

‘Em ji ber xayîntiyê axa başûrê Kurdistanê ji dest didin’

Siyasetmedarê navdar ê başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn dibêje: “Di qumara referandûmê de %51’ê axa Başûr ji dest çû, niha jî beşeke din ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dagirkirin.”

Çavdêrê siyasî û siyasetmedarê navdar ê başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê yên ji bo zêdetir dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Li ser dagirkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, çavdêrê siyasî û siyasetmedar Mihemed Nesredîn wiha got: “Yek ji metirsiyên êrişa vê carê ya dewleta Tirk a dagirker ew e ku eger ev pêvajoya leşkerî ya ku Tirkiye pêk tîne serkeftî be, wê demê zêdetirî %70’ê axa parêzgeha Dihokê bi tevahî dikeve bin kontrola artêşa dewleta Tirk a dagirker, ev jî bi xwe metirsiyeke cidî ye û dîsan jidestdana beşek axa Herêma Kurdistanê ye.”

Der barê bêdengiya partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê de ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk, Mihmed Nesredîn ev nirxandin kirin: “Em dibînin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK gelek bêdeng in, bi taybetî li hember vê dagirkeriya ku niha li sînorê desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK tê kirin. Dewleta Tirk a dagirker tenê di nav şeş mehên îsal de ji 800’î zêdetir êrişên hewayî û bejayî li ser axa başûrê Kurdistanê pêk anîne ku bi rastî pêwîstî pê heye ku alî û partiyên siyasî yên Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke cidî wergirin.”

‘PDK DIBE ASTENG KU HIKÛMETA IRAQÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERXE’

Mihemed Nesredîn, siyasetmedar û çavdêrê siyasî, amaje bi helwesta parlamenterên Iraqê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir û wiha domand: “Şermeke mezin e ku dengê parlementerên di nav parlamentoya Iraqê de li Bexdayê bilind bibe li dijî vê dagirkeriyê. Lê belê aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bi wê yekê bên rexnekirin ku Herêma Kurdistanê û PDK dibin asteng ku Iraq ji bo derxistina hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û parastina sînoran karê xwe bike.”

Li ser berfirehkirina hebûna dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê, Mihemed Nesredîn wiha şîrove kir: “Tiştê ku niha diqewime metirsiyeke mezin û cidî ye, ji ber ku beşeke girîng ji axa Herêma Kurdistanê ji dest diçe. Çawa ku di qumara referandûmê de %51’ê axa Başûr ji dest çû, niha jî beşeke girîng ji axa parêzgeha Dihokê ji dest diçe. Di gel vê yekê, dewleta Tirk a dagirker gelek baregehên nû ava dike. Tenê piştî sala 2017’an heta niha dewleta Tirk a dagirker ji 64’an zêdetir bingeh û baregehên xwe yên leşkerî li herêmên girîng ên başûrê Kurdistanê ava kirine. Tirkiye bi vê pêvajoyê dixwaze hejmara van bingeh û baregehên leşkerî zêde bike. Ev jî dagirkirina beşeke girîng a axa Herêma Kurdistanê ye. Metirsiya ku niha heye, berfirehbûna desthilata leşkerî ya Tirkiyeyê û zêdetir dagirkirina axa Herêma Kurdistanê ye.”

Mihemed Nesredîn behsa rewşa welatiyên herêmên dagirkirî kir û got: “Tiştê ku cihê gumana hemû çavdêrên siyasî û xelkê Herêma Kurdistanê ye, bêdengiya rêveber û berpirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye. Niha dewleta Tirk a dagirker xalên kontrolê danîne û nasnameyê ji welatiyên Dihokê dipirse û heqeretê li welatiyan dike. PDK xwe wek rêveber û desthilata Herêma Kurdistanê dizane, lê li hember dagirkirina wê bêdeng dimîne."

‘JI BER XAYÎNTİYÊ EM AXA BAŞÛR JI DEST DIDIN’

Mihemed Nesredîn da xuyakirin ku ji ber şaşiyên siyasî û xayİntiyê axa başûrê Kurdistanê tê dagirkirin û wiha got: “Divê aliyên siyasî û welatî helwesteke wan hebe li hember vê dagirkeriyê. Roj bi roj ji ber şaşiyên siyasî û xayîntiyê, beş bi beş em axa Herêma Kurdistanê ji dest didin. Ev yek biçûkkirina Herêma Kurdistanê ye, divê em êdî li hember jidestdana axa Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin.”

Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Her aliyekî siyasî ku bawer bike berjewendiyeke siyasî di wê yekê de heye ku axa wî bê dagirkirin, şaş dike. Şerm û eyb e ku dagirker li ser axa wî lêpirsînê ji welatiyan bike. Di her dagirkerî û êrişeke leşkerî de ku li ser Herêma Kurdistanê bê kirin, hemû aliyên siyasî dê zerarê bibînin û her aliyekî siyasî bawer bike ku dê jê sûdê werdigire, ew ê zerarmendê yekem be.”

Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Herêma Kurdistanê di rewşeke krîtîk re derbas dibe. Me axeke zêde ji dest daye. Erkê hemû aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ye ku wê axa mayî biparêzin. Ev rewş ber bi rewşeke metirsîdar diçe ku ew jî nemana statûya Herêma Kurdistanê ye û berpirsiyariya wê jî di stûyê PDK’ê de ye. PDK rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk vedike.”