'Bi hevkariya dewletê û sektora taybet xwezaya Şirnexê tê talankirin'

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li Şirnexê bi hevkariya dewletê û sektora taybet xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin û got, "Ya ku li vir li ser kar e, hiqûqa mêtingeriyê ye."

TALAN Û WÊRANKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ

Parlamenterê Şirnexê yê ji DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez têkildarî talankirina xwezya li Şirnexê ji ANF'ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Îrmez işaret bi gemarîkirina Çemê Nerduşê kir û got, "Ava çem ewqasî paqij bû ku dikarîbû bihata xwarin. Mirovan ava çem yekser dikarîbûn vexwaribûya, dikarîbû bida heywanên xwe, dikarîbû bax û baxçeyên xwe pê av bida. Ti ji wan êdî nikare bê kirin. Çemê Nerduşê heta bigihêje Dîcleyê ji gelek gundan derbas dibe. Ji bo van gundan hemûyan çavkaniyeke jiyanê bû. Herêmek heye ku em jê re dibêjin 6. Ocak. Ev der cihekî ser bi Bolunmez Holdingê ye. Ne tenê ava qirêj a kanekê, her wiha ya gelek kanan bi pompekirinê ber bi çemê Nerduşê tê herikandin. Cihê ku av lê tê depokirin cihekî ser bi Şaredariya Şirnexê ye. Li wê derê diviyabû parzûngehek bihata danîn, yan jî sîstema fîltrekirinê ji bo kanên komirê bihata danîn. Divê bê kontrolkirin. Bêguman qeyûman ev yek nekirin. Av ji ber ku ji kanên komirê tê kîmyewî ye. Rengê avê reş û tarî ye. Ji bo tiştekî nikare bê bikaranîn. Ti zindî di nav de nikare bijî. Tevî van hemûyan jî ew ava qirêj ji Şirnexê re tê dayin."

Îrmez anî ziman ku desthilatedariya AKP-MHP'ê piştî sala 2016'an polîtîkayeke nû ya 'ewlekarîperestiyê' xist dewrê û got, "Li herêmê ne tenê ji aliyê civakî û aborî ve her wiha ji aliyê ekolojîk ve jî konsepteke dorpêçkirin û xalîkirina ji jiyanê heye. Bi taybetî li Şirnexê. Em vê yekê bi şênberî dibînin. Xweza tê talan û wêrankirin. Hem li Cûdî, hem li Gabarê, hem jî li Bestayê. Cihên ku dar lê têne birîn dem bi dem têne guhertin. Niha dar bi giranî li Elkê tê birîn, lê belê beriya salek, du salan bi giranî li Bestayê dihate birîn. Ajansa Mezopotamyayê dîmenê peykê yê qadê parve kiribû. Talana li herêmê bi şênberî dihate dîtin. Par berê xwe dabûn Gabarê. Îsal berê xwe dan herêma Bilika û Komate. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî û psîkolojîk ve bi armanca têkbirinê berê xwe da herêmê. Texrîbata ekolojîk jî mixabin parçeyek ji vê plana têkbirinê ye. Bêguman divê mirov vê yekê tenê li ser Şirnexê nenirxîne. Li Bedlîs, Çewlîg, Dersim, Mêrdîn, Amedê jî qadên daristanî bi temamî têne birîn."

Parlamenter Îrmez ragihand ku niha li xeta Gabarê talaneke cidî heye û got, "Hem qadên daristanî têne talankirin hem jî rê ber bi cihên bêne talankirin tê çêkirin. Mixabin li hin deveran gundî dibêjin çavkaniyên avê çikiyan e. Ji ber karên sondajê nikarin baxçeyê xwe av bidin. Bi karên kanên komirê û lêgerîna li petrolê re Cûdî ji du aliyan ve hatiye qulkirin. Li Bestayê bi taybetî li aliyê Dihê, li herêma ku dikeve aliyê Herekolê daristan niha têne birîn. Bi ragihandina 'Herêma ewlekariya taybet' ketin û derketina li vê herêmê hatiye qedexekirin. Statuya hemûyan bi vî rengî ye. Destûr nayê dayin ku mirov derbasî herêmê bibin. Lê belê ji bo kesên ku daran dibirin qedexe nîne. Yan jî şîrketên ku li petrolê digerin bi hêsanî dikarin biçin wan herêman, sondajê bikin. Yên ku ji MTA'yê tên dikarin bi hêsanî derbasî herêmê bibin. Yanî li wan qedexe nîne. Lê belê ew herêm li koçeran qedexe ye. Li mirovên me yên ku dixwazin biçin gundê xwe, baxçeyê xwe av bide qedexe ye. Mînak, dema ku hûn dixwazin biçin Cûdî bi taybetî ji bo herêma li aliyê Şirnexê dibêjim; bêyî belgeya destûrê hûn nikarin gavekê biavêjin. Kî vê belgeya destûrê dide, jenderme dide. Belgeya destûrê jî nadin her kesî. Didin kesên ku ew dixwazin. Di salên 1990'î de jî polîtîkayeke bi vî rengî tine bû. Gelek caran daxuyaniya çapemeniyê hate dayin, par rêxistinên civakî yên sivîl û bi ekolojîstên ji bajarên rojava hatin meş hate lidarxistin. Ji aliyê hiqûqî ve jî Baroya Şirnexê gilî kir. Şexs sûcdar hatin dîtin. Hûn nikarin encamekê bi dest bixin. Biryarê didin ku pêwîstî bi şopandina mijarê nîne. Ji aliyê hiqûqî, civakî û siyasî ve hûn nikarin encamekê bi dest bixin. Ji ber wê em dibêjin li vê derê hiqûqa mêtingeriyê li se rkar e. Hem li dijî xwezayê hem li dijî civakê hem jî li dijî cografyayê. Bêguman pêwendiya vê yekê bi pirsgirêka Kurd re heye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin kiryarên bi vî rengî mixabin wê dewam bikin."