Ji gora komî ya li Til Eferê hestiyên 139 kesan hate derxistin

Li Til Eferê ku li rojavayê Mûsilê ye, hestiyên 139 kesan ji goreke komî hate derxistin ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. Hate ragihandin ku kesên hatin qetilkirin Êzidî, Tirkmenên Şîa û hêzên ewlekariyê bûn.

GORA KOMÎ

Di kolandina gora komî ya Kora Elî Enter a li Til Eferê ya 70 km dikeve rojavayê Mûsilê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve weke goreke komî dihat bikaranîn, hestiyên 139 kesan hatin dîtin.

Nayê zanîn ka çend cenaze di gorê de hene, lê lêkolîn û lêgerîn berdewame. Li gorî agahiyên rayedaran ji medya Iraqê re ragihandî, hestî û bermayên 139 kesan ji gorê hatine derxistin.

Tê îdîakirin ku kesên ji gorê hatî derxistin, Êzîdî, Tirkmenên Şîe û karmendên hêzên ewlehiyê yên Mûsilê ne.

Hêjayî gotinêye ku çeteyên DAIŞ’ê di pêvajoya ku herî zêde bihêzbûyî de gelek deverên Iraq û Suriyeyê xistibû kontrola xwe de û bi kiryarên serjêkirin, êşkence û kolekirinê jiyanê vegerandibû cehennemê. Her wiha gelek gorên komî li pey xwe de hêlabû. Bi taybet çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li dijî Êzidiyan hovitiyek mezin da meşandin.

Ji Wexfa Şehîdan a Iraqê Ehmed Esadî ragihand ku cenaze nehatine veşartin tenê avêtine çalên ku kurahiya wan di navbera 12 û 42 metreyan de.

Esadî her wiha da zanîn ku beşek ji qurbaniyan bi gulebaranê hatin kuştin û beşa din jî stuyê wan hatî birîn, hatine dîtin.

Li gorî cil û bergên li ser qurbaniyan tê îdîakirin ku dibe qurbanî Êzidî û Tirkmen bin.

Cenazeyên ji Kora Elî Enter hatin derxistin ji bo tespîtkirina nasnameyan bi testa DNA’yê şandin saziyên tiba edlî. Gora komî ya Kora Elî Enter piştî ku di sala 2017’an de herêm careke din ji destê çeteyan hate derxistin, hat dîtin, lê xebatên derxistina cenazeyan di Gulana îsal de destpê kir.