BI DÎMEN

'Desthilatdarî rê nîşanî leşkerên dagirker dide'

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst berdewam e û têkildarî vê yekê çalakvan û endamên partiyan nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin: "Desthilatdarî rê nîşanî leşkerên dagirker dide."

Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê dewam e û her ku diçe gel li dijî vê dagirkeriyê nerazîbûnên tundtir nîşan dide û dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nake.

Çalakvana Mafên Mirovan Nexede Şêx Osman li ser mijara êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst a Tirk ji ANF’yê axivî û got: "Di bin siya desthilata Kurdî de em teslîmî dagirkeran tên kirin. Dewleteke din tê û rehetî û jiyana gundî û welatiyan têk dide, têkoşîna li dijî vê yekê ne tenê erka rewşenbîran e, her wiha erka her welatiyekî ye ku li dijî vê zordarî û dagirkeriyê têbikoşe."

Hevserokê Tevgera Azadiyê Hacî Azad derbarê dagirkeriyê de helwesta xwe bi vî awayî anî ziman: "Bê guman em li dijî xeta xayîntiyê radiwestin û helwesta xwe nîşan didin. Ez bawer dikim ku têkoşîna xelkê Behdînanê gelek di cihê xwe de ye, helwesteke baş nîşan dide. Lê ji ber bêdengiya desthilatdarî û aliyên siyasî û rêxweşkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê, dagirker dikarin bi vî awayî rehet werin nav axa welêt. Em dizanin ên ku di xeta xayîntiyê de ne, ji bo parastina malbat û eşîrên xwe bûne rênîşanderên leşkerên dagirkeran. Em ji wan re dibêjin ku divê beriya her tiştî rûmeta xwe biparêzin û xayîntiyê şermezar bikin."