Dagirkeran Biradost bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost bombebaran kir.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro êvarê herêmên Sinîn, Panekeşk, Tarista û Geliyê Reş yê sînorê Biradostê bombebaran kirin.

Hate zanîn ku liv û tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li herêmê didome. Der barê ziyanên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket.