Nobeta 'rêzgirtina ji vînê re': Qeyûm talan e

Li Colemêrgê koma 6’emîn nobeta “rêzgirtina ji vînê re” dewr girt. Endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan ku gendeliyên qeyûmê teşhîr kir û got: “Qeyûm desteserkirin, talan, rant û gendelî ye.”

NOBETA RÊZGIRTINA JI VÎNÊ RE

Nobeta “rêzgirtina ji vînê re” ku ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê û endamên meclîsa şaredariyê ku li Şaredariya Colemêrgê erkên wan hate desteserkirin, hate destpêkirin dewam dike.

Di roja 11’emîn de şandeyên ku ji Mûş û Wanê hatin çalakiya nobetê de dewr girtin. Endamên meclîsa Şaredariya Colemêrgê der barê gendeliyên di dema xebatên xwe de tespît kirine, daxuyaniya çapemeniyê dan.

Endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan daxuyanî da. Alkan anî ziman ku bi belgeyan îspat kirine bûdçeya 2024’an ku ji aliyê qeyûman ve hatiye amadekirin nêzî 600 mîlyon e û ji sedî 40 e vê bûdçeyê di 3 mehên beriya hilbijartinê de AKP’ê di kampanyaya hilbijartinê de belavî alîgirên xwe kiriye.

Alkan diyar kir ku qeyûm desteserkirin, talan, rant û gendelî ye.

Piştî daxuyaniyê şande bi dirûşmeyên “Colemêrg warê me şaredarî karê me” û “Berxwedan jiyan e” ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan.