BI DÎMEN

Ji milîsên YPS JIN li Geverê çalakiyên 14'ê Tîrmehê

Milîsên Şoreş Zêwkî yên YPS JIn ragihandin ku bi wesîleya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çend çalakî kirine.

ÇALAKIYÊN YPS'Ê

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şeva 14'ê Tîrmehê li taxa Orman a Geverê ji ber salvegera 42'emîn a Rojiya Mirinê ya Mezin çalakî hatine kirin.

Milîsên Şoreş Zêwkî yên YPS JIN'ê diyar kirin ku bi fîşekên hewayî û bombeyên bi destan çêkirî avêtin 'konvoya dijmin' a ji taxê derbas dibû û gotin, "Çalakî ji taxekê derbasî taxeke din bû. Li taxên Orman, Kişla, Cûmhûriyet û Esentepeyê milîsên me bend danîn ser rê û bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe', 'Zap, Avaşîn, Metîna silav ji te re gerîla' û 'Bijî berxwedana zindanan', 'PKK gel e, gel li vir e' bersiv ji êrişên dijmin re hate dayin."