Şandeya Bexdayê bi Serokê YNK'ê re hevdîtin kir

Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku Qasim Erecî di çarçoveya lêkolînên xwe yên têkildarî dagirkera dewleta Tirk de serdana Silêmaniyê kir û bi Serokê YNK'ê yê Başûrê Kurdistanê Bafîl Talabanî re hevdîtin pêk anî.

Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê têkildarî serdana Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ya ji bo Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Hate ragihandin ku Qasim Erecî di serdana xwe ya ji bo Silêmaniyê de li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî civiya.

Her wiha hate diyarkirin ku di civînê de qala koordînasyona ewlekariyê ya di navbera Bexda û Herêmê de hate kirin.

Qasim Erecî li gel şandeya bilind ya ewlekariyê beriya çend rojan serdana Hewlêrê jî kiribû. Ji ber bang û bertekên li dijî dagirkerî, êrîşkarî û sevkiyata leşkerî ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Bexdayê biryar da ku vê şandeyê bişîne Başûrê Kurdistanê.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî got, "Em destdirêjî û binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî xaka me qebûl nakin." Lê belê ji bo pêşî li êrîşên dagirkeriyê were girtin, heta niha tedbîrên şênber nehatine girtin.

Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Li gel êrîş û bombebaranên li ser deverên niştecihbûnê û zeviyên welatiyan, duh bi şev bi dîmenan derket holê ku artêşa Tirk bi tank û wesayîtên zirxî ketiye nav bajarokê Amediyê.