Jinên Tolhildêr li Gever û Wanê li dagirkeran xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin li Wan û Geverê çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr got, "Ji bo bîranîna şehîdên me Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên 14'ê Tîrmeha 1982'an berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin dand estpêkirin, di 14'ê Tîrmehê de li Wan û Geverê çalakî hatin lidarxistin."

Înîsiyatîfê diyar kir ku li taxên Altin Tepe û Xaçortê yên Wanê nîvê şevê rê hatin girtin, agir hate dadan û got, "Polîsên dewleta Tirk a dagirker êrişeke giran kir, lê belê tîmên me di cih de bi tundî bersiv dan.

Berxwedanê heta nîvê şevê dewam kir, polîsên dewleta Tirk derb xwarin û bi rengekî bêencam ji taxa me hatin derxistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şeva 14'ê Tîrmehê li taxên Orman, Yenî Mahalle, Eskî Kişla, Esentepe û Zagrosê yên li Geverê jî di heman demê de rê hatin girtin û agir hate dadan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîsên dagirker ên delweta Tirk bi piştgiriya drone û helîkopteran hewl dan çar taxên me dorpêç bikin û dest bi êrişê kirin. Li hemberî vê dorpêç û êrişê mîna her demê tîmên me amade bûn û derbên giran li dijmin xistin. Dagirker nekarîn bikevin taxa me ya Esentepeyê û bi helîkopteran gaza îsotê û bombeya deng barandin. Tîmên me di cih de bi çekên ferdî bersiv dan vê êrişê. Helîkoptera ku derb xwar ji neçarî bi lezgînî xwe li Yekîneya Tumenê ya Leşkerî ya Geverê danî. Heman demê li taxa me ya Zagrosê jî bi çalakiyan bersiveke tund ji polîsên dewleta Tirk a dagirker re hate dayin. Bi molotofan derb li wesayita zirxî ya bi tîpa Akrep hate xistin û hate îmhakirin. Di vê çalakiyê de 2 polîsên tîmên taybet bi giranî birîndar bûn."

Hate ragihandin ku berxwedana li her çar taxan heta nîvê şevê dewam kir û dagirkerên derb xwarin neçar man xwe vekişînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şêniyên taxan jî bi tilîlî û dirûşman piştgirî dan çalakiyên wan.