Li Kelarê li pêşiya xaniyê rayedarekî PDK’yî teqînek pêk hat

Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Kelar a Germiyanê li pêşiya xaniyê Berpirsê Şaxa 22’yemîn ê PDK’ê Ekrem Salih teqînek pêk hat.

Li gorî nûçeya RojNewsê roja Duşemê li pêşiya xaniyê Ekrem Salih a li Kelarê teqînek pêk hatiye.

Hate ragihandin ku teqîn dema ku Ekrem Salih diçû ser karê xwe pêk hatiye.

Îbrahîm Muhammed ê Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a Kelarê li cihê bûyerê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û Muhamed ragihand şewata ku ji ber teqînê derketî, hatiye vemirandin.

Muhammed ragihand ku ji ber teqînê tu mirin pêk nehatine lê belê şofêrê wesayitê ji destê xwe bi sivîkî brîndar bûye.

Her wiha Îbrahîm Muhammed ragihand ku rayedarê PDK’yî ji bo destpêkirina lêpirsîna bûyerê ji saziyên eleqedar re gilî û serlêdan nekiriye.