Hizba Komunîst a Iraqê: Divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin
Sekreterê Giştî yê Hizba Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî diyar kir ku divê dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, were anîn.
Sekreterê Giştî yê Hizba Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî diyar kir ku divê dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, were anîn.
Sekreterê Hizba Komunîst ya Iraqê Raîd Fehmî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji ajansa Rojnews re axivî.
Raîd Fehmî got ku dewleta Tirk û hinek welatên din yên cîran, her ku diçe êrişên xwe yên li ser Iraqê zêde dikin û ev yek jî binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.
Fehmî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker belav dibe û dest bi avakirina baregehên nû dike, divê Hikumeta Iraqê xwedî helwest be û dawî li hemû êrişên Tirkiyeyê bîne.