Doza nûnerê KNK'ê yê li Hewlêrê hate qetilkirin careke din hate taloqkirin

Doza têkildarî qetilkirina Denîz Cewdet ê nûnerê KNK'ê, ku li Hewlêrê hate qetilkirin, careke din hate taloqkirin.

Di 18’ê Îlona 2023’yan de Nûnerê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) yê Başûrê Kurdistanê, Denîz Cewdet di êrişek terorî ya li ser avahiya KNK’ê ya li Hewlêrê de, hate qetilkirin.

Biryar bû di 10’ê Tîrmehê de li ser qetilkirina şehîd Denîz Cewdet, li Dadgeha Hewlêrê biciviyaba, lê bi sedema ji ber ku parêzerê tometbarek ne amade ye, daniştîn pêknehatibû.

Îro jî ji ber heman sedemê, danişîn ji bo rojek nediyar hate taloqkirin.

Tevî Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremus û xizmên şehîd Denîz, gelek endamên KNK’ê û parêzerên navnetewî jî li dadgehê amade bûn.