JIN
Hemû Nûçe
-
Hezar kesan li ser gora Jîna Emînî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin
Di 40 rojiya qetilkirina Jîna Emînî de ya ku ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bi hezaran kes çûn ser gora wê. Piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê raperîneke nû dest pê kiribû. -
Jinên Efrînî: Em ê hêviyên şehîdên xwe pêk bînin
Jinên Efrînî di salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan de soza şopandina xeta wê dan û diyar kirin ku ew ê xwe bigihînin hemû jinan da ku xeta azadiyê nas bikin û bi hev re biparêzin. -
Strana 'Canción sin miedo' ji bo Nagîhan hate gotin
Koma Andrea Wolf sûd ji gotinên strana 'Canción sin miedo' (Wêrekî) wergirt û ev stran di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo jinên hatin qetilkirin, jinûve gotin. -
Gulhat: Hevrê Bêrîtan di artêşbûna me ya jinan de stûna bingehîn e
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gulistan Gulhat diyar kir, ku gerîlaya ARGK'ê Bêrîtan di artêşbûna jinan de stûna bingehîn e û got: "Artêşa jinê ji bo gelek jinên enternasyonalîst jî bûye ronahî." -
Rojnamevan Derya Ren hat girtin
Rojnamevan Derya Ren a ku di saetên serê sibehê de hat destgîrkirin, hat girtin. -
'Keda Nagîhan Akarsel li Efrînê zêde bû'
Endama Navenda Jineolojiyê ya Efrînê Zehîde Mamo qala hewldanên Nagîhan Akarsel ên ji bo birêxistinkirina Jineolojiyê li herêman wan kir û destnîşan kir ku li Efrînê keda Akarsel gelek bû. -
‘Jinên ku teslîmiyet qebûl nekirin, bi salan e li ber xwe didin’
Gerîlayên YJA-Starê li ser sala 30’emîn a artêşbûna jinê axivîn û diyar kirin hêza jinê ya ku li ser şopa Şehîd Bêrîtan, Sarayan, Delalan dimeşe, di vê mehê de dikeve sala xwe ya 30’emîn. -
Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefe û paradîgma Ocalan a jinê ye -2
Qeredaxî anî ziman ku ji bo jin bigihêje mafê xwe têkoşiyan û di bin sîwana vê felsefeya rizgariya jinê de berdêlên giran dan, hîn jî didin. Qeredaxî got: “Jinê ji xweliya şewata bedena xwe, xwe ji nû ve ava kirin.” -
'Xeta Bêrîtan berxwedana li dijî xiyanetê mezintir dike'
Gerîlayên YJA Starê Bêrîtan bi bîr anîn ku 25'ê Cotmeha 1992'an şehîd bû û destnîşan kirin ku ew îro jî li dijî xiyaneta PDK'ê li ber xwe didin. -
TAJÊ: Bêrîtan xeta parastina jinê ava kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) diyar kir ku şehîd Bêrîtan li hemberî dagirkerî û îxanetê bûye sembola berxwedanê û got “Me li Şengalê li ser xeta Bêrîtanê parastinê jinê ava kir.” -
Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' felsefe û paradîgma Ocalan a jinê ye -1
Necîbe Qeredaxî diyar kir ku afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro weke şoreşekê li cîhanê deng daye, Abdullah Ocalan e ku dibêje, "Azadiya civakê tenê bi azadiya jinê dibe. Jineke azad dikare civakeke azad ava bike." -
2 jinên din hatin kuştin
Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Li Tirkiykeyê her sal bi dehan jin têne kuştin. -
Ji bo fermandara YJA Starê Gamze Laçîn mewlud hate dayîn
Ji bo fermandara YJA Starê Gamze Laçîn a ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, mewlud hate dayîn. -
Li Kolnê berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate silavkirin
Li Kolnê jinên Kurd, Elman û Îranê berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kirin. -
MKGP’ê ji bo rojnamevanên jin ên girtî kampanyayek da destpêkirin
MKGP'ê ji bo rojnamevanên jin ên girtî kampanya 'Ji bo jinên rojnamevan azadî' da destpêkirin. -
Bûldan: Divê heyetên serbixwe li hemberî êrîşên kîmyewî rol bistînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk got “Di medyayê de agahî û delîlên cîddî hene. Divê heyetên serbixwe rola xwe bi cih bînin.” -
Li Colemêrgê kirîn û firotina bêpere
Jinên Colemêrgî fêkiyên bexçeyên xwe hişk dikin û difiroşin. Di vê kirîn û firotinê de pere nayê bikaranîn. Di berdêla fêkiyan de alavên malê û mitbexê têne kirîn. -
Malbata Jîna Emînî rapora Tipa Edlî red kir
Malbata Jîna Emînî rapora Tipa Edlî red kir. Malbatê diyar kir ku divê sedema kuştina Jîna Emînî dîsa were lêkolînkirin. -
YJA Star: Li hemberî sûcê şer ê dewleta Tirk a faşîst em helwesteke radîkal wergirin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jin û ciwan di serî de bang li hemû kesan kir ku li hemberî sûcên şer ên dewleta faşîst û li hemberî hevkarên wan helwesteke radîkal nîşan bidin. -
TJK-E: Werin em bi çalakiyên bênavber bibin nefesa gerîla!
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî banga "Werin em bi çalakiyên bênavber bibin nefesa gerîla." -
TAJÊ: Li dijî êrîşên çekên kîmyewî bêdeng nemînin
TAJÊ bi daxuyaniyekê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî û OPCW li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li jinên Êzidî û gelê azadîxwaz kir, ku li ber êrîşan rabin. -
Îrlanda ji bo cihê jinan ê di nav civakê de wê referandûmê çêbike
Îrlanda, sala 2023’yan têkildarê cihê jinan ê di nav civakê de wê referandûmekê organîze bike. -
TJA: Li dijî çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê
TJA'yê bang li tevgerên jinan kir ku li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê. -
KJK'ê banga 'dijmin ji her derê ve dorpêç bikin' kir
Koordînasyona KJK'ê derbarê êrîşên kîmyewî yên li hemberî gerîla de daxuyaniyek da û got: "Divê em rabin ser piyan û têkoşîna ku wê dijmin ji her derê dorpêç bike û tecrîd bike û ji dîrokê rake, geş bikin." -
TJK-E’yê banga têvlêbûna çalakiya li ber Parlamentoya Ewropayê kir
TJK-E’yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi ruhê seferberiyê banga tevlêbûna çalakiya di 20’ê Cotmehê roja Pêncşemê li ber Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin, kir.