Jinên Efrînî: Em ê hêviyên şehîdên xwe pêk bînin
Jinên Efrînî di salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan de soza şopandina xeta wê dan û diyar kirin ku ew ê xwe bigihînin hemû jinan da ku xeta azadiyê nas bikin û bi hev re biparêzin.
Jinên Efrînî di salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan de soza şopandina xeta wê dan û diyar kirin ku ew ê xwe bigihînin hemû jinan da ku xeta azadiyê nas bikin û bi hev re biparêzin.
Jinên Efrînî têkildarî salvegera 30'emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) axivîn. Endama Kongreya Star a kampa Serdemê ya Şehbayê Hesna Hesen anî ziman ku şehadeta Bêrîtan erkek e li ser milê jinan û got: “Lewma şopandina xeta Şehîd Bêrîtan ji bo her jinekê pîroz e. Li ser vê esasî, bi saya kesayetên wek Şehîd Bêrîtan, Şehîd Sema, Şehîd Zîlan û gelek şehîdên ku pêşengtiya vê dozê kirine îro jinan xwe nas kirin û tevgereke jinan hate avakirin ku ew tevger bibe ronahî ji bo her jinekê. Her wiha ji bo vê jî planên dijmin ên li dijî jinên Kurd her berdewam in lê jinên ku bi salan e têdikoşin, li dijî van binpêkirinên tên kirin planên wan pûç dikin."
'EM Ê LI SER XETA ŞEHÎDAN BIMEŞIN'
Hesen bal kişand li ser xiyaneta PDK’ê û wiha pê de çû: "Ji berê ve şehîdên bi destê PDK’ê hene û heta bi niha xiyanet berdewame. Ji wê divê hemû gelê Kurd xwe nas bike da ku bi şerê taybet ê dijmin li ser gel bi rê ve dibe, bi bandor nebin. Lewma em jinên Efrînî, em ê her doza şehîdên xwe bişopînin û ji bo pêkanîna armanc û hêviyên wan bixebitin."
Endama Kongreya Star Yesmîn Qadir jî axivî û wiha got: "Em jin em ê her tim li ser xeta şehîd Bêrîtan bimeşin. Ji ber ku Şehîd Bêrîtan teslîmkarî û xiyanet qebûl nekirin û ji bo parastina xeta azadiya jinê û şehîdan, canê xwe feda kir. Em jinên Efrînî em ê xwe bigihînin hemû jinan da ku xeta jina azad û rastiya dijminê xwe nas bikin û xeta şehîdên ku ji bo doza azadiyê şer dikin û canê xwe feda kirine, biparêzin."