'Keda Nagîhan Akarsel li Efrînê zêde bû'

Endama Navenda Jineolojiyê ya Efrînê Zehîde Mamo qala hewldanên Nagîhan Akarsel ên ji bo birêxistinkirina Jineolojiyê li herêman wan kir û destnîşan kir ku li Efrînê keda Akarsel gelek bû.

Endama Navenda Jineolojiyê ya Efrînê li Şehbyê Zehîde Mamo qala akademîsyen Nagîhan Akarsel kir ku 4'ê Cotmeha 2022'an de li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin.

Zehîde Mamo diyar kir ku wê Akarsel cara yekemîn li Akademiya Jineolojiyê ya Herêma Cizîrê nas kir û got, "Nagîhan Akarsel kesayeteke pêşeng bû. Bi dilnizmî û têgihiştina xwe dihate naskirin. Bi van taybetmendiyên xwe ji pirsgirêkan re çareserî diafirand."

Zehîde Mamo bal kişand ser rola Nagîhan Akarsel a têkildarî pêşvebirina zanista Jineolojiyê li Efrînê û got, "Ji bo fikrê Jineolojiyê li Efrînê belav bibe, rola Nagîhan Akarsel zêde bû. Ji ber ku ji aliyê fikrî û îdeolojîk ve xurt bû. Li her cihê ku karê jineolojiyê lê destpê dikir, Nagîhan Akarsel li wir amade bû."

Zehîde Mamo anî ziman ku piştî lêkolîn û pêvajoyeke perwerdeyê li Efrînê navenda Jineolojiyê hate avakirin û got, "Herî dawî sala 2018'an me li konferansa li herêma Cizîrê hev dîtin. Piştî wê sala 2019'an derbasî herêma Şehbayê bû. Ji ber ku daxwazeke mezin hebû ku li herêma Şehbayê navenda Jineolojiyê bê avakirin. Wê demê ji ber kêmderfetiyên koçberiyê nehate avakirin. Lê Nagîhan Akarsel bi israr bû û navend bê avakirin. Lewma keda wê li Efrînê mezin bû."