Hezar kesan li ser gora Jîna Emînî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin

Di 40 rojiya qetilkirina Jîna Emînî de ya ku ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bi hezaran kes çûn ser gora wê. Piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê raperîneke nû dest pê kiribû.

Di çilrojiya jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin de, bi hezaran kes berê xwe dan ser gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya li Seqizê û li vir dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi yekdengî qîr dikin.

Tevî gef û zextên rejîma Îranê jî bi hezaran kes li ser gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya Saqizê kom bûn, dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em ê dîktator hilweşînin û tola Jîna bistînin” qîr dikin.

Li Saqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek hêzên leşkerî hatine bicihkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja 39’an de li piraniya zanîngehan li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî xwepêşandan û nerazîbûn hebûn. Li Zanîngehên Tehranê, Zanîngeha Bijîşkî ya Hemedan, Kolêja Zanîngeha Meşhed, Zanîngeha Babol û Zanîngeha Kerec çalakiyan berdewam kir. Di heman demê de li bajaran çalakiyên cuda jî hatin kirin. Bi taybet li Tehranê û Sine, her wiha li Şîrazê jî gelek jin servekirî meşiyan.

Duh di çarçoveya amadekariyên ji bo çilrojiya qetilkirina Jîna Emînî de, gelek kesayet û çalakvan ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûn Seqizê.

Di nava wan kesan yek ji lîstikvanê futbolê yê Îranê Elî Daiy ye ku li Otela Kurdî ya li bajarê Seqizê dima, lewma hêzên zêde ya leşkerî li derdora otelê bi cih bûn û çend caran di navbera wan û ciwanê bajar de alozî derket.

Weke bajarê Seqizê, li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û li hinek bajarên Îranê jî ji bo çilrojiya Jîna Emînî amadekariyên çalakiyan tên kirin.

Li bajarê Sine û Erdebîl ku di dema borî de herî zê de xwepêşandan lêhatine kirin, Rêveberiya Perwerdeyê bi îdiaya belavbûna nexweşiyê deriyê dibistanan girt.

Şeva borî medya Îranê îdia kir ku malbata Jîna Emînî ragihandiye ku wê bîranînekê neke, lê kesek nêzî malbatê ji Iran Internationalê re ragihandiye ku ti rastiya vê îdiayê nîne û malbata wê li ser vê mijarê ti daxuyanî û niyeta wan heye îro serdan gora wê ya li Goristana Ayçî ya Seqizê bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di xwepêşandanên ku zêdetirî meheke li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin de, heta niha herî kêm 234 kes hatine kuştin û ji wana 29 jê zarok in.