Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di vê beşa duyemîn a hevpevînê de zêdetir cih da mîmarê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd û cara yekem kengê û çawa hate bikaranîn û dîsa tevgerên femînîzim ên di bin navên dirûşmên cihê de xwestin jinê azad bikin, serneketin û her wiha bal kişand ser şoreşa niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike.
‘JIN XWESER E, CIHÊ XWE DI NAVA HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE DIDRE’
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî qala rola jinê ya di nava sîstema konfederalîzmê de kir û got: “Qonaxa konfederalîzma jinê heman demê konfederalîzma giştî ku di navan sîstema konfederal a giştî de, heman demê jin xweserbûna xwe heye. Di hemû qadên jiyanê de xweser e û tevlî dibe. Em dema niha li Îranê dibînin jin dadikevin qadan. Rastî bi xwe re dewletê jî diguherîne. Armanca vê felsefê avakirina civakeke exlaqî siyasî ye. Civak divê xwe bi xwe xwedî li xwe derkeve û pêşengtiyê bike. Bi enerjiya jin û ciwanan pêşengtiya vê dike û raste rast tevlî bibe. Li şûna dewlet bi îdeolojî û qanûnên xwe, sepandinên xwe li ser jinê şekil bike, di şexsê jinê de civakê şekil bike. Civakê kole bike. Jin li ber wê serê xwe radike. Ev derketina jinê ne tenê ji bo hîcab hebû yan na. Hîcab hinceteke. Dewlet dema şekil dide jinê û vîna wê, şekil dide bedena jinê û heta lixwekirinê. Dem ew jêre eyar dike, ev dijî karektera exlaqî û siyasî ya civakê ye. Karektera exlaqî û siyasî ya civakê kareketerkî azade. Civak vê kirasê delwet û desthilatê qebûl nake. Çima dewlet li hemberî jinê zêdetir êrîşan pêk tîne, ji ber ku dizane hem jin xeleka zeîf û hem jî bihêze. Dikare di şexsê jinê de hemû civakê kole bike, dema jin serî radike, di esasê xwe de xeleka herî bihêze. Xwedî potansiyeleke sîstemê bide guherîn.”
OCALAN: NÛNERTIYÊ JI FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ RE BIKIN
Qeredaxî wiha domand: “Peyva ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke formîleyeke efsûneyî, formîleyeke sihrî Rêber Apo di sala 2013’an de dema hevdîtina bi parêzeran re vekirî tîne ziman. Rêber Apo dibêje; ‘Ez bang li jinan dikin ku ew formîleya efsûneyî ya sihrî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûnertiyê bikin û fêr bike.’ Ev bi serê xwe rastiyeke ku hem proseyeke ku bêrê derketiye, divê em dewam bike û nûnertiya wê ya rast bikin. Li kûderê desthilatdariya mêrsalarî, desthilatdariya dewletê li hemberî civakê hebin, divê em pêşengiyeke rast bikin, ji bo ew astengî ji holê rakin. Civak û jin bi vîna xwe, xwe rêxistin bike. Dema em qala qonaxên teorî û pratîk dikin bi hezaran jin berdêl hatin dayîn. Bi têkoşîna xwe û canê xwe berdêl dan. Xwe feda kirine. Di asta sembolî de jî mirov dikare qala hinek kesayetiyan bike. Ji xweliyên xwe şewata bedena xwe ji nû ve xwe avakirin. Mînak; Yên li hember xiyanetê teslîm nebûn Bêrîtan, yên li hember komployê li ser Rêber Apo û Tevgera Azadiyê heval Zîlan, Viyan Caf, Rehşen, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemhûlî teslîmî rejîma Îranê nebûn. Berdêlên pir mezin hatin dayîn. Li gorî gotareke li ser malpera Farisî ya BBC li gorî agahiya şahidekê gotine; cara yekem peyava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ me ji Şîrîn Elemhûlî bihîstiye. Ev şahidiyeke pir mezin e. Di heman demê van rojên dawî, min bi xwe di gotareke Birêz Mihemed Emîn Pêncewînî de çend caran serdana Rêber Apo li Sûriye bûye, kiriye, dibêje; ‘Cara yekem sala 1991’ê dema ez çûm Bekayê nêzî hezar gerîlayên jin û mêr hebûn. Li vir cara yekem dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di jiyana xwe de li vir bihîstiye.’ Bi çavê xwe ev dirûşim li wir dîtiye hatiye qîrkirin.”
‘DIXWAZIN DIRÛŞMAN NAVEROKA WAN VALA BIKIN, JI RASTIYÊ DÛR BIXIN’
Qeredaxî di nirxandinên xwe de bal kişand ser metirsî û dîsa kiryarên hêzên serdest ên ji bo tepisandina şoreş û xwepêşandan ku dirûşman berovajî dikin û didizin, ev anî ziman: “Xeteriyên pir mezin jî heye, dagirker dixwaze hişmendiya doxmatîk û hişmendiya netewperest, mêrsalarî bi berdewam dirûşmeyan digirin. Di dîrokê de mînakên wiha pir hene. Dirûşman digirin, didizin û berovajî dikin. Ji naveroka wê dûr dixin vala dikin. Ev xeterî heye. Her kes dibêje, ew dirûşm a min e, yeke din dibêje ne ya Rêber Apo ye. Aliyek din dibêje ev dirûşim, dirûşmeke ya vê tevgerê ye. Hinek dibêjin berê jî têkoşîna jin heye. Erê têkoşîna jin hebû ye, asta îradebûna civakê çiqas bû? Asta îradebûna jinê çawa bûye? Tevlîbûna jin di çi astê de çawa bûye? Di hemû qadên jiyanê de jin çiqas hebû? Li hemberî dagirkeriya hindir û dagirkeriya dewletê berxwedanek çawa hebû? Ev rastî jî aliyê dizîkirin, bênaverok hiştin û valakirin, êrîşeke îdeolojî û êrîşeke. Ji bo wê jî ev divê wisa bê famkirin.
TEVGERÊN FEMÎNÎZIM NEKARÎN AZADIYA JINÊ JI DESTHILAT Û DEWLETÊ QUT BIKE
Berê jî hinek dirûşim hebûn. Li şoreşa Fransa dirûşma ‘Birayetî, yeksanî, azadî’ ev dirûşma şoreşa Fransa bû. Em dibînin di qonaxa piştî wê de jin dikare çiqas bê vîn û bê îrade bibe. Berovajî qonaxeke ku dewlet xwe bi sazî dike. Vîna civakê di nava hinek sazî û qanûnê dewletê de esas digire. Em dibînin derketina jinê ya li ber vê bû sedema mirina wan. Pêvajoya darvekirin, ji holêkirina îradeya jinê bi xwe re anî. Esasê xwe tevgerê femînîzim li hemberî vê tepisandina vîna jinê deket holê. Piştî wê jî dirûşma ‘Nan, Kar, Azadî’, dirûşma çepên marksîzim ‘Karkerên Cîhanê Bigirin’ ev dirûşim jî berê hebûn. Lê belê raste rast vîna jin were esasgirtin, jin weke aliyeke civakî, siyasî bigire dest, nehatin destgirin. Weke cewhera civakê nehatiye destgirtin. Ji bo wê tevahî şoreş û tevgerên rizgarî derketin holê gotine berî her tiştî bibin desthilat, piştre mesela azadî û azadiya jinê çareser bikin. Di van hemû pêvajoyên şoreşê bi van xapandinan re rû bi rû mane. Tevgerên femînîzim yên derketî hemû mirov nikare di yek astê de binirxînin. Tevgerên cuda cuda derketin, piranî mijara azadiya jinê, mijara azadiya jinê weke takekesî, ne weke pêvajoya azadiya civakê bi tevahî civakê girtine dest. Bi piranî jî bal li ser jin bûye. Ne li ser tevahî civakê bûye. Weke meseleyekî civakî û giştî nehatiye girtina dest. Ji bo wê jî hêvî ew bûye ku di nava dewletê de, di nava sîstema dewleta de azadiya giştî û azadiya civakê were girtina dest. Ev bi serê xwe xapandineke. Dewlet û desthilatdarî li dijî jin, jiyan û azadiyê ye. Ji bo wê jî mirov nikare dewlet û desthilatdarî weke saziyên azadî ji jin û civakê re bigire dest. Ji bo wê cudahiya têgîna Rêber Apo ya di dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkê azadiya jinê, di cewherê hemû azadiya de azadiya jinê heye. Jin azad nabe, civak azad nabe, ev bi xwe cewhera vê meseleyê esas tê girtin.
‘ESASÊ XWE DERKETINA JINAN A BI FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ YA LI ÎRANÊ, RUHÊ NETEWA DEMOKRATÎK E’
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî bal kişand ser serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve û çalakiyên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî belavî hemû herêmê bû û ev nirxandin kir: “Tiştek pir xwezayî ye di civakeke weke Îranê de bi giştî civaka Kurd jî ku beşek esasî ya vê derê ye, ji beşên din nayê cudakirin. Rejîma Îranê jî rejîmeke serkutker, desthilatdar û dixwaze bi rewakirina ol a şîagerî civakê yek reng bike. Îran bi xwe jî xwedî dîrokek xwedî dînamîzmeke guherînê ya di hundir de derketiye. Ji bo wê jî tişteke xwezayî ye civak bi pêşengtiya jinê xwedî li vê dirûşmê derkeve. Bi vê îradebûna xwe nîşan bide. Jin komkiriya hemû reng, ol, çand û hwd. yên ku hatine tepisandin. Wan weke vîneke weke nasnameyek nû, weke hevpariyeke nû li Îranê bigire dest. Ew hevparî û nasnameya nû li hember nasnameya desthilatdariya dewletê ya ku li ser civakê ferz dike. Esasê xwe, ev derketina jin ya bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ruhê netewa demokratîk e. Bi mehan e xwerêveberiya demokratîk e, hevjiyana azade. Ji ber ku mêr jî daketine qadan dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ew jî bi serê xwe enerjiyeke pir mezin a civakî ye. Pêşengtiya jin û ciwanan a li hember hişmendiya dewlet û bingehê dewletê rewşeke tevgereke şoreşgerî ye.
‘TEVGEREKE ŞOREŞGERÎ YE’
Ev tişta em li qadan dibînin, tevgerek şorşegerî ye, şoreşeke civakî demokratîk e ya tevhî civakê li bin banê felsefeyekê de derketiye holê. Bê guman bi xwe re pêşketinên nû tîne, metirsiyên wê yên destwerdana derve heye. Hişmendiya netewperest û bermahyên şapehelewî ev hewldanên wan ji bo dizîkirina vê şoreşê çêbibe. Em divê ji bîr nekin, di qonaxa berê de, pir hewldana hebû ji bo dizîkirina şoreşê. Li Rojhilata Navîn me şahidiya şoreşa gelan an jî bihara gelan a 2011’an çawa ji aliyê tevgerên redîkal ên selefî û Îslamî siyasî ve hatin dizîn. Lê li Rojavayê Kurdistanê ji ber vê felsefeyê rewşeke din derket holê. Metirsiyek wiha heye, îradeya em li kolan û kuçeyan dibînin, baş destpêkiriye; bi xwe re wê pêşketinên mezin bîne eger bi rengê niha heye ku dewam bike.
‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ FELSEFE PARADÎGMAYEK, LÊGERÎNEKE YA ALTERNATÎF A ŞOREŞGERÎ YE
Dixwazin bêjin civak ji aliyê navendekê ve tê birêvebirin. Enerjiyeke pir xurt heye, her kes derketiye qadê, ji ziman, çand, neteweyên cuda derketiye qadê. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xala wan a hevpar e ku kom kirine. Di esasê xwe de, ew şoreş çirûska wê qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, çavkaniya xwe vegeriya enerjiya civakî ya li Rojhilata Navîn bi hev bandor bûyî ye. Eger jineke li Arjantîn, Katalonya, Îngilistan û ciheke din ê cîhanê bi şoreşa Kurdistanê bandor dibe, em çima li xwe napirsin li heman erdnîgariyê ne bi hev bandor nebin. Bandorbûneke raste rast heye, em dizanin şoreşa Îran û Rojhilat pêşîneyek wê ya berê heye. Em dizanin li sala 1999’an çawa civak derket qadan, li ber komploya navneteweyî rabûn, xwedî li Ocalan derketin. Piştî wê li hember he rbûyerên li parçeyek Kurdistan derketiye holê. Ev enerjî li Rojhilatê Kurdistan careke din xwe nîşan daye. Ev enerjî heye, aliyê wê yê felsefî jî heye. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefe, pradîgmayek, lêgerîneke alternatîf a şoreşgerane ye.”