2 jinên din hatin kuştin

Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Li Tirkiykeyê her sal bi dehan jin têne kuştin.

Li navçeya Bornova ya Îzmîrê Hulya Şevalci Yegîn li atolyeya xwe ya dirûtinê hate kuştin.

Tîmên polîsan û tenduristiyê bi îxbarekê çûn cihê bûyerê û cenazeyê Yegîn ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.

Têkildarî bûyerê, ji bo girtina Kaffar Yegîn biryara girtinê hate dayin ku beriya 6 mehan pê re zewicî bû û Şevalci Yegîn meha dawî hewl dida jê cihê bibe.

Hate ragihandin, ku Kaffar Yegîn gelek caran gefa kuştinê lê dixwar û ji ber vê yekê jî 4 caran giliyê wî hatibû kirin. Li gorî agahiyan her wiha biryar hatibû dayin, ku Kaffar Yegîn xwe nêzî Hulya Yegîn neke.

Li navçeya Şehzadeler a Manîsayê jî Huriye Zeybek ji aliyê mêrê pê re zewicî Zafer Zeybek ve hate kuştin.

Zafer Zeybek ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin û ew birin qereqolê.

DI 9 MEHAN DE HERÎ KÊM 246 JIN HATIN QETILKIRIN

Li Tirkiyeyê her roj jinek tê kuştin. Li gorî daneyên Platforma 'Em ê dawî li kuştina jinan bînin' meha Îlonê herî kêm 26 jin hatin kuştin, 19 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Meha Tebaxê jî 33 jin hatin kuştin, 15 jin bi gumanbarî mirin. Li gorî bîlançoyê mehane yên platformê, ji destpêka salê ve herî kêm 246 jin hatine kuştin. Dema ku mirina bi guman a bi dehan jinan li vê yekê tê zêdekirin hingî bîlanço girantir dibe.