Gerîlayên YJA-Starê li ser salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û artêşbûna jinê axivîn. Gerîlayên YJA-Starê bal kişandin ser çalakiya li Mêrsînê û diyar kirin gerîla li her derê ne.
Yek ji gerîlaya YJA-Starê Stêra Sîser di nirxandina xwe de bal kişand çalakiya fedaî ku gerîlayên jin li Mêrsînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk kirine û got “Ew şopdarê Bêrîtan û Zîlan in”.
Gerîlaya YJA-Starê li ser kesayatiya Bêrîtan sekinî û got “Bi wesîleya salvegera şehît Bêrîtan (Gulnaz Karataş) em vê roja pîroz bi bîr tînin. Ji bo me ev roj, roja şehadetê û rojeke xemgîniyê ye. Lê di heman demê de heval Berîtan di şexsê xwe da îspatkirin ku jin li hemberî artêşa dewleta Tirk û hemû dinyayê dikare şer bike. Ji ber vê em jî vê rojê wekî artêşbûna jinê pîroz dikin.”
Gerîla Stêra li ser rolên zayendperestiya civakî jî sekinî û got “Jin ne tenê yê karê malê ye, jin dikare rahêle çekê û şer jî bike. Siyaseta li hemberî jinê tê meşandin tinekirina îradeya jinê ye. Jin wekî amûreke malbatê tê dîtin û pergal dixwaze ev her wisa jî berdewam bike. Lê kesayetiyên wekî heval Berîtan ev feraseta li hemberî jinê guhert. Heval Sara, heval Bêrîtan, heval Delal û hemû jinên ku di vê şoreşa jinê de ked dane, em wan jî bi boneya vê rojê bi bîr tînin. Em deyndarên van hevalan in. Em hewil didn ku em bibin layiqê mîrateya va hevalan.”
’30 SAL IN JIN ARTÊŞ IN’
Gerîla Stêra dest nîşan kir ku ew berxwedaneke mezin dikin û wisa nirxand “Em YJA Star jî ketin 30 saliya xwe. Di vî 30 salî de em şopdarê van hevalan in ku di oxira vê rêyê de ked û canê xwe dane. Ev salên derbas bûne, hemû bi ked û kar derbas bû. Li hember ferasetê serdestiya zilam jin têkoşiyan û serî netewandin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin gihiştiye asta ku xwe nas bike û kes nikaribe li pêşiya wê bisekine. Jin azadiya xwe dixwaze û jin mafdar e. Jin ne tenê ji bo karê malê ye. Jin ji bo zilamekî nîne. Jin îro ji bo hemû jiyanê têdikoşe. Ew jî gerîlayên li serê çiya ne. Ew di çeperan de li ber xwe didin, di eniyên pêş de şer dikin, li beranberî zoriyan têdikoşin. Di eniyên şer de wekî Bêrîtanan şer dikin. Xwe ji zinaran diavêjin. Ti caran teslimiyetê qebûl nakin. Koletiyê ti caran qebûl nakin.”
‘JIN DOZA AZADIYÊ DIKIN’
Gerîla Stêra şerî heyî wekî şerê azadiyê pênase kir û got “Li Avaşîn, Zap, Metîna jin şer dikin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev, ji bo mafê xwe bi dest bixin, ji bo vîn û îradeya xwe jin têdikoşin. Ji bo nebe jineke ku qet mafê wê yê axaftinê nîne, di şer û jiyanê de têdikoşe. Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo dikare li her derê biaxive û kes nikare wê bêdeng bike.”
‘YEK BIÇE WÊ BI HEZARAN BÊN’
Gerîla Stêra di dawiya axaftina xwe de çalakiya li Mersînê ya ku ji aliyê hêzên fedaî ve pêk hat, nirxand û got “Çalakiya li Mersînê di şexsê heval Rûken û Heval Sara de pêk hat. Ew şopdarên Zîlan û Bêrîtanan bûn. Wan bi vê çalakiya xwe propagandayên derew ya dagirkeriya Tirk pûç kirin. Digotin ku gerîla nikare bikeve metropolan lê derket holê dema gerîla dixwaze çawa dikeve bajaran û çalakiyê dike. Heval Sara û heval Rûken bi balafir û teyareyan neçûn. Ew bedena xwe çûn. Dan îspatkirin ku li beranberî vê zihniyeta dagirkeriyê wê jin ji bo azadiya gel û welatê xwe her dem di nava têkoşînê de bin. Çalakiya hevalan dinya hejand. Derxist holê her çiqas bixwazin me tine bikin jî em hene. Em YJA Star em li her derê hene. Şehît ji bo me pir pîroz in. Sarayek biçe wê bi hezaran Sara werin, Rûkenek biçe wê bi hezaran Rûken werin. Em ti caran tine nabin. Dewleta dagirker her ku çiqasî bi keşf, balefir û topan jî werin em naqedin. Ew nikarin bi teknîka xwe me tine bikin. Ji ber ku em xwedî felsefe ne. Yê ku dihêle em zindî bibin û li ser xwe bisekinin jî ev felsefe ye.”
‘MEHA COTMEHÊ MEHA ARTÊŞBÛNA JINÊ YE’
Gerîlaya YJA Starê Çavrê Zagros erkên demê yê jinan bi bîr anî û got “Em ketin meha Cotmehê. Di meha Cotmehê de fermandara me heval Berîtan şehîd ket. Ev meh bi boneya şehadeta heval Berîtan ji bo me meha artêşbûna jinê ye. Artêşa jinê li çiyayan dijî û şer dike, ev ji bo jinê tiştekî cuda ye. Em bi felsefeya Rêbertî dijîn û şer dikin. Em gerîlayên YJA Starê em ê heta dawiyê li ser felsefeya Rêber Apo bimeşin û heta azadiya Rêber Apo û gelê xwe şer bikin. Di vî şerî de mîsyona dikeve ser milê YJA Starê pir zêde ye. Em bi vê erk û berpirsiyariyê tevdigerin. YJA Star reng dide jiyanê û erka wê ye ku jiyanê bide domandin. Rêya domandina jiyanê jî azadiya Rêbertiya me ye. Em her vê berpirsyariyê li ser xwe hîs dikin. Niha di qadên şer de hevalên me bi fedaiyane şer dikin. Divê her kes vî şerî hîs bike û li gorî wê têkoşîna xwe mezin bike.”
‘EM DEYNDARÊ WAN IN’
Gerîlaya YJA Starê Çekjîn Delîl jî di destpêka axaftina xwe de şehîdên artêşbûna jinê bi bîr anî û axaftina xwe wisa domand “Em sala 30’emîn ya artêşbûna jinê pîroz dikin. Heta roja îro kedeke pir mezin hat dayin û gelek şehîdên qehreman canê xwe feda kirin. Erka me ye ku em li beranberî vê ked û xwînê têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin. Bi taybetî ji bo pûçkirina êrîşên li ser gelê me û jinan, divê di destpêkê de jin serî hildin. Li hemberî êrîşan em bêdeng nemînin.”
‘EM LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN IN’
Çekjîn Delîl di berdewamiya axaftina xwe de jî got “Em niha di meha Cotmehê de ne. Ev meh pir girîng e. 25’ê Cotmehê salvegera şehadeta fermandara me ya mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Heval Bêrîtan, li hemberî teslîmiyet û xiyanetê serî hilda û bi canbexşaneyî xwe fedaî gel û welatê xwe kir. Hêza jinê ya ku li ser şopa şehîd Bêrîtan, Sarayan, Delalan meşiya di vê mehê de gihîşt 30 saliya xwe û hêza jinê her ku diçe mezintir dibe.”
‘EM DI NAVA ŞEREKÎ PIR MEZIN DE NE’
Gerîlaya YJA-Starê Çekjîn Delîl di nava axaftinê xwe de bal kişand ser girîngiya artêşbûnê jinê û diyar kir ku, gel ji hêza jinê moral digire û axaftina xwe wisa bi dawî kir “Em wekî şervanê Bêrîtanan, şopdarên Sarayan, em ê hê bêtir di vê xeta ku wan dest pê kiriye, em ê têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em YJA Star niha di nava çalakî û têkoşîneke bêhempa de ne û em li hemberî dijminê dagirker şer dikin. Bi artêşbûna jinê re, jin êdî di hemû qadan de pêşengtiya şoreşê dike. Bi her êrîşên li ser jinê re, jin hestên tolhildanê di dilê xwe de mezintir dike. Jin pêşengê şer e. Jin ji bo bigihêjin serfiraziyê bi israr in. Şerê me şerê fedaî ne. YJA Star, hêza fedaî ya Rêber Apo û ya hemû gelê cihanê ye. Em salvegera 30’emîn a YJA-Starê li Rêber Apo, li hevalên xwe yên çeperan, li hevalên xwe yên ku di bin êşkenceya dagirkeriyê de ne û li gelê xwe re pîroz dikin. Em ê vî şerê bigihînin serfiraziyê û daxwaza hemû gelê xwe pêk bînin.”