'Xeta Bêrîtan berxwedana li dijî xiyanetê mezintir dike'

Gerîlayên YJA Starê Bêrîtan bi bîr anîn ku 25'ê Cotmeha 1992'an şehîd bû û destnîşan kirin ku ew îro jî li dijî xiyaneta PDK'ê li ber xwe didin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, li ser xeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li dijî xiyanetê şerekî bêeman dikin. Gerîlayên YJA Starê Zîlan Cîlo, Tamara Wan û Têkoşîn Qerecdax destnîşan kirin ku wê li ser xeta Bêrîtan şer bikin û jiyana azad ava bikin.

'BERXWEDÊRÊN LI SER XETA BÊRÎTAN WÊ BI SER BIKEVIN'

Zîlan Cîlo di şexsê Bêrîtan de şehîdên azadiyê bi bîr anî û bi bîr xist ku PKK di çarçoveya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 50 sal in têdikoşe.

Zîlan Cîlo destnîşan kir ku jinan azadî û hebûna xwe di nava vê têkoşînê de dîtin û got, "Tevlîbûna hevala Bêrîtan xwe dispêre rastiya jinên Kurd a di dîrokê de û mîrateya têkoşînê ya PKK'ê. Asta tevlîbûnê ya hevala Bêrîtan ji bo me jinan her tim bûye mînak. Hevala Bêrîtan ku di şerê 1992'an de bi erka pêşengiyê rabû, faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk, her wiha nokeriya PDK'ê qebûl nekir. Raperîn û berxwedana wê rojê ya hevrê Bêrîtan îro jî dewam dike.

Hevala Bêrîtan li dijî xiyanet û teslîmiyetê bedena xwe kir çeper û xwe ji zinaran avêt. Îro jî li Zap, Metîna û Heftanînê li ser xeta Bêrîtan di asta herî bilind de berxwedan heye. Hevala Bêrîtan ji bo me artêşa jinê ye, berxwedêriya rêxistinbûyî ye ku teslîmiyetê qebûl nake, bi îrade ye û nîşaneya hilweşandina mejiyê heyî ye. Têkoşîna jinê îro bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li her devera cîhanê belav bûye."

Zîlan Cîlo ragihand ku gelê Kurd ti carî xiyanet û teslîmiyet qebûl nekiriye û di dawiya axaftina xwe de got, "Divê PDK baş zanibe ku jinên Kurd li çiyê ji bo azadiya war û gelê xwe şer dikin. Dîrok dubare dibe, lê belê yên li ser xeta Bêrîtan li ber xwe didin wê bi ser bikevin. Bila PDK ji bîr neke; ev xeta xiyanetê wê dawî li wan jî bîne. Bêguman em ê hesabê xwîna ku ji bo welatparêziyê tê rijandin bipirsin. Divê gelê me zanibe ku em li ser xeta berxwedanê ne û PDK jî xeta xiyanetê temsîl dike."

'BÛ RONAHÎ JI TÊKOŞÎNA ME RE'

Tamara Wan jî diyar kir ku Bêrîtan gerîlayeke wêrek û bi îrade bû û got, "Têkoşîna ku em li ser xeta berxwedanê ya hevala Bêrîtan dimeşînin, ber bi azadiya gelê Kurd û şoreşê ve diçe. Hevrê Bêrîtan li hemberî ziyaneta ku li dijî gelê Kurd dihate kirin, teslîmiyet qebûl nekir û bû hêvî ji gelek têkoşerên azadiyê re. Hevrê Bêrîtan ne tenê li dijî dijmin bû, di heman demê de li dijî pavşerûtî û xiyaneta navxweyî jî bû.

Sekna hevala Bêrîtan di pênaseya Rêber Apo de dikare bê dîtin ku Rêber Apo digot, 'Ya şer bike azad dibe, ya azad dibe bedew dibe, ya bedew dibe tê hezkirin'. Gerîlayên YJA Starê îro jî li dijî dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê li ser xeta Bêrîtan têdikoşin. Hevrêyên me yên pêşeng ên mîna Bêrîtan dibin ronahî ji têkoşîna me re. Bêguman xeta azadiyê wê bi ser bikeve. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin."

'EM Ê SERKETINÊ MISOGER BIKIN'

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Qerejdax jî bi bîr xist ku bi taybetî di salên 1990'î de jinan berxwedaneke mezin kirin û got, "Di salên 1990'î de jinên Kurd gelekî tevlî nava refên azadiyê bûn. Yek ji wan jinan jî hevala Bêrîtan bû. Hevrê Bêrîtan bi berxwedana xwe xeta fedaîtiyê nîşanî cîhanê da. Bêrîtan bû sembola berxwedana têkoşîna azadiyê. Hevrê Bêrîtan beriya 30 salan li ber mejiyê kevneşop rabû. Gerîlayê YJA Starê îro jî eger li Metîna, Zap û Avaşînê di çeperan de şer dikin, ev yek encama berxwedan û biryardariya hevrê Bêrîtan e. Her wiha li Rojhilat bi hezaran jin bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li ber xwe didin. Tilîliya ku hevala Bêrîtan beriya 20 salan ji zinaran bilind kir îro li kolanên Rojhilat ji aliyê jinan ve tê bilindkirin. Bêrîtan nîşanî me da ku divê em çawa bi Rêbertî re bijîn. Bila baş bê zanîn ku dîroka me bi pêşengî û fedaîtiya jinê hatiye nivîsandin. Em ê jî bi vê mîrateya berxwedanê serketinê misoger bikin. Rêber Apo di şexsê hevala Bêrîtan de xeta artêşa jinê nîşanî me da. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ku herî zêde divê li ber xwe bidin jin in. Banga min li jinan hemûyan e; li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo ji bo avakirina jiyaneke azad werin tevlî nava refên gerîla bibin."