JIN
Hemû Nûçe
-
'Em ê parastina cewherî ya jinan bi pêş bixînin'
Der heqê jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve bi zorê hatine revandin de, bi pêşengiya KJA, KCD, HDK, DBP, HDP û Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Hewldana Platforma Têkoşînê ji bo Jinên bi Zorê Hatine Revandin, hat avakirin. -
Ozgecan wê li Pirsûsê bê bîranîn
Jinên Pirsûsê wê ji bo Ozgecan Aslan a li Tarsusê hat qetilkirin meşekê pêk bînin. -
KJK: Yekane rêya rawestandina qetilkirina jinan parastina cewherî ye
KJK’ê qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir û da zanîn ku yekane rêya ku pêşî li komkujiya bigire ev e ku divê jin parastina xwe ya cewherî pêş bixin. -
KCK: Dijminatiya li jinê xwe ji mejiyê AKP'ê xwedî dike
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, cinawirên dijminê mirovahiyê yên Ozgecan Aslan qetil kirin bi tundî şermezar kir. -
‘Zîhniyeta Ozgecan û Kader qetilkirin heman e’
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ji malbata Ozgecan Aslan re sersaxî xwest û hat destnîşankirin ku ji qetilkirina Aslan dewlet û hikûmet berpirs e. -
‘Ji mêrên tecawizkar û cînayetan dewlet berpirse’
Kolektîfa Femînîst a Stenbolê der barê Ozgecan Aslan ku rastî tecawizê hat û hat qetilkirin daxuyaniyek da û got ku hikûmet ji ber zimanê ku bikar tîne berpirs e. -
Jineke din a Ereb li nava refên PKK'ê ye
Emel Suleyman Ferhan bi nasnav Zîlan Bêrîtan a bi eslê xwe Ereb e, tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û destnîşan kir ku yekane şensê jiyana bi hev re ya gelan PKK ye. -
Li Rojava aboriya ji bo jinan
Li Kantona Cizîrê, ji bo jin tevlî hilberîna aboriyê bibin 9 kooperatîf û 2 firne hatin vekirin. Armanc; di aboriyê de jî pêkanîna wekheviya jin û mêr e. -
Jin ji bo Ozgecan li qadan e
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dijî qetilkirina Ozgecan Arslan jin daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. -
Jinên Dêrsimî jı bo Ozgecan daketin kolanan
Jinên li Dêrsimê li hev kom bûn, ji bo Ozgecan Aslan a ku hate qetilkirin çalakiyek li dar xistin. Jinan diyar kirin ku berpirsên cinayetên hikûmet e. -
Li Amedê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Amed Çermûkê, kesekî bi kêrê hevsera xwe qetil kir. -
Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kirin
Bi armanca şermezarkirna komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê li avahiya rêxistina DBP’ê ya Artûklûyê dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kirin. -
Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star komplo lanet kir
Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got, “Em hem weke jinên Kurd hem jî weke hêzên parastinê YJA Star dibêjin ku, em jiyanek bê Rêber Apo napejirînin. -
Di hilbijartinên Hambûrgê de şansê Cansû Ozdemîr zêde ye
Li Eyaleta Hambûrg a Elmanya sibe 1,3 mîlyon hilbijêr diçin ser sindoqan. Di hilbijartinan de ku parlamenterên nû yên Meclîsa Eyaletê wê bên diyarkirin, siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr careke din ji Partiya Çep namzet e -
Rêxistina Vîyan: Em bi saya Rêber Apo fêrî jiyanê bûn
Jinên Kurd ên li paytexta Rûsyayê Moskowa dijîn di pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê “Viyan” bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navneteweyî a 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kirin. -
Xwendekara 20 salî şewitandin û qetilkirin
Li Mersînê Ozgecan Aslan a 20 salî hat şewitandin û qetilkirin. -
KJA: Em tevlî ji nû ve avabûna Kobanê bibin
KJA da xuyakirin ku ew ê bi awayekî çalak beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibe û bang li derdorên neteweyî û navneteweyî kir, ku destekê bidin vê pêvajoyê. -
Jin Asayîşa Kobanê dikin
Jinên ku di dema dorpêçiya Kobanê de li nava refên YPJ'ê tevlî berxwedanê bûn, bi azadiya bajêr re li ketin û derketina bajêr û nuqteyên stratejîk, di nava yekîneyên asayîşê de cih digirin. -
'Pêwîste jinên ciwan li refên pêş ên serhildanan cih bigirin'
"Em bang li tevahiya jinên ciwan ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dikin, ku her qadê veguherînin qada serhildanê, li refên herî pêş ên têkoşîna azadiyê cih bigirin û 15'ê Sibatê li hêzên komploker bikin rojeke tarî." -
Ji bo xwegihandina Strasbourgê çend saet man
Jinên ji bo azadiya Ocalan dimeşin, di roja 9. de xwe nêzî Strasbourgê kirin. Dirûşmên ji bo azadiyê, li her bajarên meş jê derbas dibe, deng vedidin. -
Li Frankfurtê ji bo sê jinên şoreşger çalakî hat lidarxistin
Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Bockenheimer Warte lêgerîna edaletê dewam kir. Di çalakiyê de banga tevlîbûna mîtînga li Strasbourgê jî hat kirin. -
'Bi ruhê serketinê em li Strasbourgê bin'
Jinên ji 4'ê Sibatê û vir ve bi pêşengiya TJEK ji bajarê Swîsre Bernê ber bi bajarê Fransa Strasbourgê ji bo azadiya Ocalan dimeşin, ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin. -
TJKE: Em bi xurtî tevlî meşa li Strasbourgê bibin
TJKE, der barê 16. salvegera komploya navneteweyî de daxuyaniyek da û ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûneke xurt kir. -
Daxwaza azadiyê ya jinan bersiva xwe dibîne
Meşa jinên di pêşengiya TJKE de ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin, di roja 8. de didome. Şaredarê Selestat ê di roja heştemîn de çalakvan ziyaret kir, çalakiya jinan silav kir û got ku ji bo piştgiriya ji Şoreşa Rojava re wê bixebite. -
Ji roja 7. a meşa azadiyê ya jinan çend wêne
Meşa Dirêj a Bern-Strasbourgê, ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) di 4'ê Sibatê de bi daxwaza azadiya Ocalan destpê kir, roja 7. li dû xwe hişt û dewam dike.