Li Amedê jinek hat qetilkirin

Li navçeya Amed Çermûkê, kesekî bi kêrê hevsera xwe qetil kir.

Li navçeya Amed Çermûkê, kesekî bi kêrê hevsera xwe qetil kir.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer li gundê Kalecîkê rû da. Ji ber sedemeke hînê nehatiye zanîn, kesê navê wî nehat hînbûn bi hevsera xwe re pevçû û kêra ji mutbexê anî lê xist. Mirovên li derdorê yên bi bûyerê hesiyan agahî dan û ambûlans hat cihê bûyerê. Jin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûkê lê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin. Kesê hevsera xwe qetil kir, ji holê winda bû.