Xwendekara 20 salî şewitandin û qetilkirin

Li Mersînê Ozgecan Aslan a 20 salî hat şewitandin û qetilkirin.

Li Mersînê Ozgecan Aslan a 20 salî hat şewitandin û qetilkirin.

Li navçeya Mersîn Tarsûsê, jina ciwan Ozgecan Aslan (20) a berî sê rojan malbata wê ji ber windabûna wê serlêdan kir, bi awayekî şewitandî mirî hat dîtin.

Der heqê cînayetê de kesên bi navê N.A. (50), kurê wî A.S.A (26) û F.G. (20) hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 2 jê li xwe mukur hatin ku wan benzîn li Aslan kirine, ew şewitandine û avêtine Çemê Cîn ê li nêzî Goristana Elman a li Taxa Çamalan.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a sala 2014'an, di nava sala 2014'an de 294 jin ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest dan.