Li Rojava aboriya ji bo jinan

Li Kantona Cizîrê, ji bo jin tevlî hilberîna aboriyê bibin 9 kooperatîf û 2 firne hatin vekirin. Armanc; di aboriyê de jî pêkanîna wekheviya jin û mêr e.

Li Kantona Cizîrê, ji bo jin tevlî hilberîna aboriyê bibin 9 kooperatîf û 2 firne hatin vekirin. Armanc; di aboriyê de jî pêkanîna wekheviya jin û mêr e.

Şoreşa Jinê ya Rojava, ku ji bo jin tevlî jiyan û polîtîkayê bibin ji weqfên jinan heta akademiyên parastinê yên jinan gelek sazî xist meriyetê, ji bo jinê tevlî aboriyê bike, dest bi avakirina aboriya jinê kir.

9 KOORPERATÎF Û 2 FIRNE

Di vê çarçoveyê de li bajarên Dêrik, Qamişlo, Rimêlan û Tirbespiyê yên Kantona Cizîrê 4 kooperatîfên çandiniyê hatin avakirin. Li van kooperatîfan karê çandin û firotina genim tê kirin. Her wiha kooperatîfeke şîr jî heye ku jin lê dixebitin. 4 koopertaîfên tekstîlê, firneyek û pastanxaneyek ji aliyê jinan ve hatin avakirin û tên xebitandin. Ji niha ve hejmara jinên li qadên aboriya jinê hatine bicihkirin û xebitandin, 100 derbas kiriye.

Armanca avakirina kooperatîfên jinê; pêkanîna wekheviya jin û mêr di aboriyê de ye. Bi gotineke din, jinên tevlî hilberîna civakî bibin wê di nava civakê û malbatê de xurtir bibin û bêhtir ji xwe bawer bin.

Kooperatîfên jinan girêdayî komunên jinan tên avakirin. Jinên dixwazin li van kooperatîfan bixebitin serî li komunan didin, dûre li gorî hunera wan û pêwîstiyan li kooperatîfan tênb icihkirin. Li gel kooperatîfên jinê, di kooperatîfên giştî de jî xebitandina jinê esas tê girtin.

ELEQEYA JINAN ZÊDE YE

Li gorî agahiyên rêveberên jin ên li qada rêxistinbûyîna aboriyê de dixebitin dan, jin eleqeyeke mezin nîşan didin. 

Di nava salekê de encama ji kooperatîfên jinê derketin holê bi vî rengî ye: Jin bi karê li kooperatîfan re, bi tevlîbûna li hilberînê re bi hêza xwe dihesin û ji xwe bawer dikin. Ev yek jî hêza guhertinê ya jinê mezintir dike.