Jineke din a Ereb li nava refên PKK'ê ye

Emel Suleyman Ferhan bi nasnav Zîlan Bêrîtan a bi eslê xwe Ereb e, tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û destnîşan kir ku yekane şensê jiyana bi hev re ya gelan PKK ye.

Emel Suleyman Ferhan bi nasnav Zîlan Bêrîtan a bi eslê xwe Ereb e, tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û destnîşan kir ku yekane şensê jiyana bi hev re ya gelan PKK ye.

Bi pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin re, tevlîbûna ji nîjad û beşên cuda li nava refên gerîla dewam dike. Bi pêvajoya şoreşê ya li Rojava re jî tevlîbûn zêde bûn. Yek ji van beşdaran Zîlan Bêrîtan a bi eslê xwe Ereb e. Zîlan Bêrîtan sedema tevlîbûna xwe li nava refên PKK'ê ji ANF'ê re vegot.

'JI BO DÎTINA RASTIYA RÊBERTIYÊ HATIM'

Bêrîtan a ji malbateke Ereb e, diyar kir ku beriya hatina çiyê di pêvajoya şoreşa Rojava de ew bi qasî salekê li nava refên YPJ'ê bû. Bêrîtan da xuyakirin ku malbata wê PKK'ê nas dike û got, "Ji aliyê dê ve şehîdên me hene. Di dawiya sala 2013'an de tevlî YPJ'ê bûm, salekê li nava refên YPJ'ê mam. Di dawiya sala 2014'an de jî tevlî refên gerîla bûm." Bêrîtan da zanîn ku ji bo jiyana gerîla hîn bibe hatiye çiyê û got, "Naskirina rastiya gerîla û partiyê bû. Armanca min a esasî jî naskirina rastî û ramanê Rêbertiyê bû. Ji ber ku min gelekî ev meraq dikir."

'JIYANA LI ÇIYÊ JIYANEKE SAF Û PAQIJ E'

Bêrîtan ragihand ku beriya tevlîbûna li nava refên PKK'ê ew li Rojava birîndar bûye û got, "Beriya her tiştî, di derketina çiyê de ji aliyê fîzîkî ve min zehmetî kişand, ji ber ku birîna min hebû. Lê belê hêdî hêdî hînî jiyana li çiyê bûm. Jiyana li çiyê zehmet e, lê mirovên xwedî vîn û daxwaz dikare bi ser bikeve. Jiyana li çiyê ji jiyana min a berê gelekî cuda ye. Ji ber ku jiyana li çiyê jiyaneke saf û paqij e. Ji her tiştên nebaş dûr e û nakeve binê bandora derdorê."

'DÎROKA JINÊ TI CARÎ NEHATIBÛ VEGOTIN'

Bêrîtan diyar kir ku di dema xwendina xwe ya li dibistanê de qet behsa dîroka jinê nehatiye kirin û der barê dîroka jinê ya li nava PKK'ê dît de wiha axivî: "Li dibistana min lê dixwend, behsa dîroka jinê qet nedihat kirin. Lê min dît ku di nava partiyê de dîroka jinê heye û vê yekê bandoreke mezin li min kir. Ji perwerdeya xwe ya li vir min fêm kir ku ev dîrok gelekî kûr e. Dîroka jinê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê. Ev dîrok dîrokeke ji rêzê nîne, nîşan dide ku jin xwedî maf e, xwewdî dîrok e û rastiya vê dîrokê bi saya Rêber Apo derket holê. Dîroka partiyê jî gelekî bandor li min kir, ji ber ku bi xwînê, bi agir hatiye nivîsandin. Dîrokek ji berxwedan, lehengî, şehadetê ye."

'JI BO HÎNBÛNA RASTIYAN DIVÊ TEVLÎBÛN DEWAM BIKIN'

Zîlan Bêrîtan ragihand ku ji perwerdeya li nava jiyana gerîla ew bi gelek tiştan hesiya û ev bang li ciwanan kir: "Hînbûna dîrokê hêz, daxwaz û vînê dide mirovan. Ev yek jî mirovan bi pêş ve dibe. Lewma ji kîjan nîjad û pêkhateyan dibe bila bibe ciwanên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Êzidî, Tirk divê werin tevlî vê tevgerê bibin. Ji ber ku cihê rasteqîn ê azadî û demokrasiyê ev der e."